Serokê şoreşa Kûbayê Fîdel Castro koça dawî kir

Navenda Nûçeyan– Televîzyona Dewletê ya Kûbayê ragihand ku Fidel Castro (90) jiyana xwe ji dest daye.

 

Fîdel Castro ku pêşengê şoreşa Kûbayê bû, di meha Nîsanê de axaftinek kiribû û gotibû; “Kêm maye, ezê bibim 90 salî û weke serokên din ez jî dê bimrim. Lê xeyal û baweriya şoreşgerên Kûbayê, dê herdem bi sûd bin. Emê ji bo gihiştina vê armanca xwe şer bikin.”

 

Fîdel Castro kî ye?

 

Fîdel Alejandɾo Castɾo Ruz di 13ê Tabaxa 1926ê li bajarê Mayarî yê Kûbayê jidayik bû.

 

Di sala 1953ê de ji bo hilweşandina rejîma dîktatoriya Batîsta komek biçûk ava kir û di 26ê Tîrmehê de li bajarê Santiago, li hember leşkerên rejîmê yekemîn çalakiya xwe ya leşkerî pêkanî.

 

Di 16ê Cotmeha 1953ê hate girtin û 21 mehan di girtîgeha girava Juventudê de ma.

 

Dadgehê 16 sal cezayê zîndanê lê birî û di dadgehê de parastina xwe ya bi navûyndeng kir û ji serokê dadgehê re got; “Birêz dadwer, hûn min darizînin lê dîrok dê min mafdar bike.”

 

Di sala 1955ê de ji Kûbayê reviya Amerîkayê û rêxistineke nû yê bi navê Tevgera Tîrmehê damezrand. Di 2ê Kanûna 1956ê careke din vegeriya Kûbayê.

 

Li gel biryaê xwe Raul Castro û Ernesto Che Guewara, nêzîkî 2 salan li çiyayên Maestra ya herêma Oriente li dijî hêjêzn rejîmê şerê gerîla meşand.

 

Di 31ê Kanûna 1958ê Batîsta reviya Komara Domînîk û di destpêka 1959ê de Castro û hevalên wî hatine paytext Hawanayê.

 

Piştî şoreşê Fidel Castro bû serokwezîrê Kûbayê û paşî di sala 1976ê bû serokê konseya bilin a welatê xwe.

 

Fîdel Castro di 31ê Tîrmeha 2006ê de ji ber nexweşiyê erkê xwe da birayê xwe Raul Castro. Di 19ê Sibata 2008ê de jî bi fermî ragihand ku dest ji karê serokatiya welat kişandiye.