Li Fransayê yasaya ‘Têkoşîna Dijî Îslamiya Tundrew’ ket warê cîbicîkirinê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Fransayê yasaya “Têkoşîna Dijî Îslamiya Radîkal” ket fermiyetê. Fransa bi vê yasayê armanc dike ku li ser mizgeftên Fransayê bandora welatên wek Tirkiye û Erebistana Siûdiyê sînordar bike.

Li Fransayê piştî ku mamosteyekî dîrokê ji ber pêşandana karîkaturê Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed hat kuştin, ev yasa ketibû rojevê û yasa 25ê Tebaxa 2021ê di rojnameya fermî de hat belavkirin û ket warê cîbicîkirinê. Yasaya nû rê dide ku komeleyên olî û îbadetxane yên banga nefret û tundutûjiyê dikin di zûtirîn dem de bên girtin.

Mamosteyê Dîrokê bi hinceta ku li dibistanê karikaturê Hz. Mihemed pêşan dane Cotmeha sala borî li nav kolanê hat serjêkirin. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di daxuyaniya xwe de ev buyer wek “êrîşeke terorî ya Îslamî” bi nav kiribû.

Li gor vê yasaya nû tawanên bangawaziya nefretê ku li ser medya civakî bên kirin dê girantir bên cezakirin. Kesên ku derbarê jiyana kesekî ya taybet, malbat û karê wî de zanyariyan belav bikin û jiyana wî bixin metirsiyê dê bi cezayê 3 sal girtîgehê bên cezakirin.

Macron dema pêşnûmeya yasayê pêşkêş kir gotibû, Îslam ji ber grupên radikal dibe sedema pirsgirêkan.

Welatên Îslamê li hemberî van gotinên Macron nerazîbûn nîşandan û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî gotinên Macron bi tundî rexne kiribûn.