Merkel: Divê pêvajo bidome

Navenda Nûçeyan – Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel dibêje divê li Tirkiyeyê “pêvajoya aştiyê” bidome.

 

Berdevkê Hikûmeta Federal a Almanyayê Georg Streiter diyar kir, Serokwezîrê Tirkiyeyê bi rêya telefonê hevdîtinek li gel Angela Merkel pêk aniye û derbarê teqîna Pirsûs û êrişên piştî wê hatîn destpêkirin de, agahî dane Merkel.

 

Li gorî daxuyaniya serokwezîriyê Merkel ji Davutoglu xwestiye her çi qasî zehmet be jî ew, pêvajoya aştiyê bidomine.

 

Ji Leyen rexneyên PKKê


Ji aliyê din ve Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula von der Leyen ji rojnameya Bild a almanî re ragihand, Tirkiye di operasyona li dijî DAIŞê de mafdar e, lê ew di operasyona li hemberî PKKê de ne mafdar e.

 

Leyen anî ziman pêwîst e Tirkiye li hember PKK dev ji pêvajoya çareseriyê ber nede û ji rêya demokrasiyê de dernekeve.