Hevgirtina Keç û Xortên Efrînê li Almanyayê hat damezrandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hennefê yê Almanyayê “Hevgirtina Keç û Xortên Efrînê” hat damezrandin.

Damezirandina wê saziya nû ya ji bo keç û xortên Efrînê bi şahiyekê dest pê kir.

Di şahiya damezirandinê de, çalakiyên cuda hatin pêşkêşkirin.

Hinek çalakvan û karsazên Kurd piştevaniya wê hevgirtinê dikin.

Ev demek bû amadekarî ji bo avakirina wê hevgirtinê dihate kirin.