FLAŞ – Serê 40 polîsan jêkirin

Navenda Nûçeyan – Li Komara Kongoya Demokratîk çekdarên milîs karwaneke polîsan xistine kemînê û serê 40 polîsan jêkirin.

 

Serokê Parêzgeha Kasaî ya Komara Kongoya Demokratîk François Kalamba eşkere kir, ku çekdarên ser bi grûba Kamwina Nsapu, rêya polîsan birîne û serê 40 ji wan jêkirine.

 

Kalamba diyar kir, ku çekdaran 6 polîsên ku zanîne bi zimanê Çibula biaxivin jî serbest berdane.

 

Di meha Tebaxa 2016ê de hêzên ewlekariyê li Parêzgeha Kasaî ya Kongoyê, serokê Kamwina Nsapu yê bi navê Jean-Pierre Pandi kuştibû û li ser vê yekê di navbera çekdaran û hêzên hikûmetê de şer destpêkiribû.

 

Li gorî amarên Neteweyên Yekgirtî ji Tebaxa 2016ê heta niha di pevçûnan de herî kêm 400 kesan jiyana xwe ji dest daye û 200 hezar kes jî koçber bûne.

 

Neteweyên Yekgirtî herwiha eşkere kiribû, ku li welat 10 gorên bi kom hatine dîtin.

 

Bi tevê ku di meha Kanûna 2016ê de dema serokatiya wî xilas bûye, hê jî Serokomarê Komara Kongoya Demokratîk Joseph Kabila dest ji karê xwe bernedaye. Ji ber vê yekê li Kongoyê krîza siyasî heye.