Netanyahu ji bo avakirina hikûmeta nû hat erkedarkirin
Navenda Nûçeyan - Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin bi fermî Serokê Partiya Likudê Benyamin Netanyahu ji bo avakirina hikûmeta nû ya Îsraîlê erkdar kir û divê Netanyahû di dema 6 heftiyan de avakirina hikûmeteke niştimanî ya nû ragihîne.
Reuven Rivlin piştî hevdîtina ligel Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu pêkanî li avaviya serokomartiyê di daxuyaniyeke hevpar de wiha got: “Min ligel hemû partiyan hevdîtin pêkanî û min ji bo avakirina hikûmetê partiya herî zêde parlamenter derxistî erkdar kir.”
Di hilbijartinên giştî yên Îsraîlê de, Partiya Likud ku Netanyahu serokatiya wê dike, karîbû ji koma 120 kursiyan, 30 kursiyan bidest bixîne.
Lê bi wan kursiyan Partiya Likud nikare bi tenê hikûmetê ava bike, ji ber wê yekê jî divê di dema wan 6 heftiyan de Netanyahu gotûbêjan bi hemû aliyên Îsraîlî re bike ji bo bikaribe hikûmeta nû ava bike.