Di êrişekê de 27 gavanên Fulanî hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê eyaletên Nasarawa û Benuyê yên Nîjeryayê êrîşa bibombe hat kirin û di êrîşê de 27 gavanên Fulaniyan hatin kuştin.

Serokê Komeleya Ajelvanên Nîjeryayê (MACBAN) Othman Ngelzarma ragihand ku li herêma Doma ya li ser sînorê her du eyaletan Nasarawa û Benu dema ku xwediyên ajelan dewarên xwe li kamyonan bar dikirin êrişeke bi bombeyan pêk hatiye.

Berdevkê Polîsên Eyaleta Nasarawayê Ramhan Nansel diyar kir, ji bo girtina êrîşkarên ku li herêma Domayê bi bombeyan êrîş kirin, hêzên asayîşê dixebitin.

Nansel da zanînr ku di êrîşê de 27 gavan hatin kuştin.

Ji aliyê din ve Waliyê Eyaleta Nasarawayê Ebdullahî Sule ragihand ku nasnameya êrîşkar ne diyar e û ji  Fulaniya daxwaz kir ku aram bin.

Li bakur û naverasta Nîjeryayê Fulaniyên pez û dewaran xwedî dikin û êlên cotkariyê dikin bi tundî pev diçin.

Fulaniyên koçer îdia dikin ku cotkar heywanên wan didizin û êrîşî wan dikin.

Çeteyên çekdar van pevçûnan ji xwe re dikin hincet, êrîşî gel dikin û wan dîl digirin. 

Fulanî li gelek welatên Efrîkaya Rojava û Navîn belav bûne, bi 40 milyon nifûsa xwe ve wekî qebîla herî mezin a koçber dertê pêş.