Serokê Berê yê UNGAyê: Pirsgirêka herî giring a gerdûnî aştî ye

New York (Rûdaw) - Serokê Berê yê UNGAyê Miroslav Lajcak got, "Gelek pirsgirêkên gerdûnî hene û hewce ne ku di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (UNGA) ya îsal de werin çareserkirin ku aştî ya herî girîng e."

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tên kirin.

Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr peyamên gelek lîder nûnerên welatên cihê vediguhêzê.

Serokê berê yê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (UNGA) Miroslav Lajcak bersiv da pirsên Sînan Tunçdemîr.

Miroslav Lajcak got, "Ger hûn ji min bipirsin, divê em bi aştiyê dest pê bikin. Li cîhanê têra xwe aştî tune, nakokiyên me hene.

Û di axaftinên vekirinê de jî bi zelalî behsa (aloziyên) Xeze, Ukrayna û Sûdanê hat kirin."

"Em di çareserkirina pirsgirêkan de têk çûn"

Her wiha Lajcak da zanîn ku li cîhanê pirsgirêkên ku civaka navneteweyî çareser nekirine hene û wiha pê de çû:

"Gelek pirsgirêkên gerdûnî hene û hewce ne ku di civîna UNGAyê ya îsal de werin çareserkirin ku aştî ya herî girîng e.

Pirsgirêkên newekheviyê, pirsgirêkên germbûna gerdûnî hene. Her wiha pirsgirêk hene ku em di pêkanîna armancên bipêşketina domdar de têk diçin.

Em di pêkanîna armancên Peymana Keşûhewayê ya Parîsê de têk diçin."

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê 24ê Îlonê dest pê kir û dê heta 30ê Îlonê berdewam bikin.