Fuad Husên: Ji bo erkê Koalîsyonê tenê du xal mane

New York (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li ser bidawîanîna erkê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Îraqê got, "Du xal mane ku di navbera her du aliyan de bêne gotûbêjkirin."

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tên kirin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde peyamên gelek lîder nûnerên welatên cihê vediguhêzê.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li ser rêkeftina navbera Îraq û Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna erkê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî Îraqê (Koalîsyon) yên li Îraqê ji Rûdawê re axivî.

Bîdawînanî erkê Koalîsyonê

Fuad Husên got, "Eger em bi Amerîkayê re li ser erkê hêzên koalîsyonê li Îraqê li hev bikin, dê daxuyaniyeke hevpar were dayîn."

Her wiha Husên da zanîn “Tenê du xal mane ku li ser wan bê lihevkirin.”

Niha di navbera Îraq û Amerîkayê de gotûbêj li ser paşeroja Hêzên Koalîsyonê yên Îraq û li Herêma Kurdistanê tên kirin.

Di dawiya sala 2014an de, hêzên Amerîkayê û piştre jî hinek welatên din li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê hatin Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo ku alîkariya hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Îraqê bikin ji bo têkbirina DAIŞê.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê nêzîkî 2500 leşkerên Amerîkayê hene. Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî 900 leşkerên wan hene.

Pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê

Li ser pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê jî Fuad Husên got, pêwendiyên wan ên bi Tirkiyeyê re baş in.

Her wiha Husên da zanîn şandeya Îraqê ya ku ji bo civînên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Li ser naveroka civînan jî Husên wiha anî ziman:

"Em dê hemû pirsgirêkan bi aliyê Tirkiyeyê re gotûbêj bikin û hewl bidin bi rêya diyalogê ji bo hin pirsgirêkan çareseriyan bibînin."