Serokê Qibrisê ji Rûdawê re got: Em amade ne gotûbêj dest pê bikin

New York (Rûdaw) – Serokê Qibrisê Nikos Christodoulides ragihand ku ew amade ne ji bo pirsgirêkên di navbera her du aliyên Qibrisê de çareser bibin bi Neteweyên Yekbûyî û her aliyê din re gotûbêjan bikin.

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tên kirin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde peyamên gelek lîder nûnerên welatên cihê vediguhêzê.

Serokê Qibrisê Nikos Christodoulides ji Rûdawê re diyar kir ku wan roja duşemê hevdîtineke baş li gel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres pêk aniye.

Nikos Hristodulidis her wiha da zanîn ku niha ew hewl didin hevdîtineke li gel serokê Qibrisa Bakur re bikin û paşê jî li gel aliyên garantor civîneke pêk bînin.

Serokkomar Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Yunanistanê Nikos Hristodulidis roja sêşemê li New Yorkê civiyan û li ser pêwendîyên dualî û mijarên din ên berjewendiyên hevbeş gotûbêj kirin.

Nikos Christodoulides derbarê vê yekê jî got he rkes dizane ku bêyî çareserkirina pirsgirêka Qibrisê, pirsgirêka di navbera Yunanistan û Tirkiyeyê de nikare were çareserkirin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde du pirs ji Serokê Qibrisê Nikos Christodoulides kirin:

Rûdaw: Birêz Serok gelek spas ji bo vê derfetê. Dixwazim bipirsim ku çima heta niha gotûbêja aşitiyê dest pê nekiriye? Nerîna te derbarê gotûbêja aştiyê ya di navbera her du aliyên Qibrisê de çi ye? Astengiya sereke ya li pêşiya gotûbêjan çi ye?

Nikos Hristodulidis: Me duh civîneke gelekî baş li gel Neteweyên Yekbûyî hebû. Destpêkê dixwazim gelekî spasiya hewlên siyasî yên ji bo destpêkirina gotûbêjan bikim ku di qonaxeke gelek girîng de ne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hewl dide civînekê li gel Qibrisa Bakur rêk bixe û piştre jî civîneke mezin li gel hêzên garantor.

Em amade ne ku gotûbêj dest pê bikin. Her dema Sekreterê giştî daxwaza civînan ji me bike îro yan sibe be em dê beşdarî wan civînan bibin.

Bi nêrîna me ew rewşa niha pirsgirêka Qibrisê çareser nake. Ez her wiha vê peymamê ji Tirkiye, Yekitiya Ewropa û Qibrisa Tirkiyeyê re dişînim ku em ji bo gotûbêjan amade ne.

 Rûdaw: Pêwendiya di navbera Tirkiye û Yunanistanê de çi bandor li ser gotûbêjên di navbera her du aliyên Qibrisê de heye?

Nikos Hristodulidis: Em li gel wê yekê ne ku nûçeyên erênî li ser pêwendiyên di navbera Tirkiye û Yunanistanê de hebin.

Herkes dizane ku bêyî çareserkirina pirsgirêka Qibrisê, pirsgirêka di navbera Yunanistan û Tirkiyeyê de nikare bê çareserkirin lê em li gel wê yekê ne ku bipêşveçûn di pêwendiyên Yunanistan û Tirkiyeyê de hebe.