Feysel Miqdad û Fuad Hisên li New Yorkê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên li New Yorkê civiyan.

Medyaya fermî ya Sûriyê SANAyê belav kiriye ku Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad û Wezîrê Derve yê Iraqê, Fuad Hisên roja Şemiyê 24ê Îlona 2022an di çarçoveya civînên Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê civiyane.

Li gor zanyariyan her du wezîran astengiyên hevbeş û hevahengî di navbera her du welatan de ji bo rûbirûbûna terorê gotûbêj kirine.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad û Wezîrê Derve yê Iraqê, Fuad Hisên behsa mijarên dualî kirine û teqezî li ser pêşxistina peywendiyan kirine, bi taybetî di warê aborî de.

Yek ji mijarên din yên di navbera her du welatan de vegera penaberên Iraqê yên li Kampa Holê bû li parêzgeha Heseke ya Rojavayê Kurdistanê.

Nûnerê Daîmî yê Sûriyê yê li Neteweyên Yekbûyî Besam Sabbag, Rêvebera Beşa Rêxistinan Ranya El Hac Elî û ji Ofîsa Wezîrê Derve yê Sûriyê Îhab Hemed jî beşdarî civînê bûn.