Rikeberê Angela Merkel: Giştpirsî mafê rewa yê gelê kurd e
Almanya (Rûdaw) - Serokê Partiya Sosyal Demokratan a Almanyayê û rikberê Angela Merkel bo postê şêwirmendiya Almanyayê Martin Schulz, got: “Ez giştpirsiyê weke mafê rewa yê kurdên Iraqê dibînim. Ji ber ku wan gelek êş û azad li wî welatî kişandine.”
Serokê Partiya Sosyal Demokratan Martin Schulz ji Rûdawê re got: “Di rewangeha Almanyayê de giştpirsiya Herêma Kurdistanê pirseke navxweyî ya Iraqê ye û divê bi guftûgoya li gel Bexdayê çareser bibe.”
Schulz da zanîn, ku ew ji rewşa navxwe ya Iraqê dizene û diyar kir: “Ez giştpirsiyê weke mafekî rewa yê gelê kurd dibînim. Ji ber ku wan gelek êş û azar li wî welatî kişandine. Giştpirsî mafê wan e.”
Rojek beriya giştpirsiya Başûrê Kurdistanê, roja 24ê Îlona 2017ê dê li Almnayayê hilbijartinên parlamentoyê werin kirin û nêzîkî 62 milyon dengdêr dê herin ser sindoqan.
Di hilbijartinan de dê serokwezîrê nû yê Almanyayê jî were hilbijartin. Li gorî rapirsiyan Partiya Demokrat a Krîstiyan, ku serokatiya wê Angela Merkel dike, ji sedî 40 dengan bidest dixe.