Yekîtiya Ewropa peywendiyên xwe ligel Tirkiyê gotûbêj dike

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Brukselê, serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê peywendiyên di navbera wê yekitiyê û Tirkiyê de gotûbêj dikin.

Civîn di demekê de ye ku roja 14ê vê mehê Emanuel Macron, Serokê Fransayê û Angela Merkel Şêwirmenda Almanya, di çarçoveya lûtkeya NATOyê de li Brukselê bi awayek cuda ligel Serokkomarê Tirkiyê civiyan û ragihandin, ku ew amade ne ligel Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kar bikin.

Emanuel Macron, wê demê ragihand: “Rewşa civînê pir aram bû, qet daxwaza lêborînê nehat kirin û tu aliyekê daxwaz ji aliyê din nekir ku daxwaza lêborînê bike. Daxwazeke zelal ji bo bi hev re karkrinê hebû.”

Yek ji wan nakokiyên di navbera Enqere û Brukselê de pirsa mafê mirov e û berî niha jî Encûmena Yekitiya Ewropa bi zelalî nîgeraniya xwe li beramber pirsa mafê mirov li Tirkiyê derbiriye.

Lûtkeya îro jî çend roj piştî biryara Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê bo destpêkirina proseya girtina Partiya Demokratîka a Gelan HDPê tê.  

Berpirsên HDPê hewlên girtina partiya xwe bi  ne rewayî bi nav dikin û derbarê vê yekê de rexneyên tund li desthilatê digirin. 

Hevserokê HDPê, Mithat Sancar roja 21ê Hezîranê ragihand: “Em rê bi girtina HDPê nadin. Me hêza mezinkirina HDPê û domandina vê rêbazê heye. Eger Dadgeha Destûrê di dawiya vê proseyê de biryara girtina HDPê bide, ev yek  nîşan dide ku wan stûyê xwe li hemberî kartên guvaşê, gef û planên têkder tewandiye.”

Pirsa mafê mirov li Tirikiyê wisa kiriye ku 16 rêxistinên peywendîdar di vî warî de, di nameyekê de daxwazê ji Ursula von der Leyen Serokê Komîsyona Ewropayê Charles Michael Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropayê bikin ku di civîna wan de bala serekî li ser pirsa demokrasiyê li Tirkiyê be. 

Ew rêxistin daxawazê ji berpirsên Ewropayê dikin ku guşarê li ser Enqerê zêdetir bikin û daxwazê ji Tirkiyê bikin ku pabendî biryarên Dadegeha Mafên Mirov a Yekîtiya Ewropayê be û girtiyên siyasî azad bike.

Hevdem serkirdeyên Yekitiya Ewropayê di lûtkeya îro de gotûbêjê li ser wê yekê dikin ku 4.18 milyar dolaran bidin Tirkiyê ku heta sala 2024an berdewam be li ser berpirsiya 4 milyon penaberên Sûriyê ku li wî welatî dijîn.

Roja 21ê vê mehê jî Recep Tayip Erdogan ligel Ursula von der Leyen axivî û ragihand, Enqerê erkên xwe bi awayekî rêkûpêk bi cih aniye û ji ber vê yekê dema wê hatiye ku Yekîtiya Ewropa planek erênî li beramber Tirkiyê cîbicî bike.