Almanya rêbazên dayîna welatînameyê hêsan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê dixwaze bi malper û kampanyayekê hêsankariyan pêşkêşî kesên ku dixwazin bibin hemwelatiyên Almanyayê bike.

Berevajî tundkirinên ku li welatên din têne dîtin, Almanya mijûlî cîbicîkirina bernameya hikûmeta xwe ya niha ya girêdayî koçberan e.

Vê bernameyê hêsankariyên bêtir ji bo hatina destê kar ê şehreza kir.

Ji aliyekî din ve jî, wergirtina welatînameyê hêsantir kir.

Niha ji bo ku hêsantir zanyariyan bide kesên ku wergirtina welatînameyên wan li xwe digire, Almanya dixwaze malperekê veke û bi rêya kampanyayeke medyayî û torên civakî zanyariyên zêdetir bide wan kesan.

Li gorî biryarê, malper û kampanya dê bi zimanên Almanî û Îngilîzî bin û dê di dawiya meha bê de (ango meha Hezîranê) dest pê bikin.