Kim Kardashian bo naskirina Komkujiya Ermeniyan wek jenosaîd sipasiya Biden kir

25-04-2021
RÛDAW
Nîşan Kim Kardashian Joe Biden Jenosîda Ermeniyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stêrka reality a Amerîkî bi esil Ermenî Kim Kardashian ji bo naskirina Komkujiya Ermeniyan wek jenosaîd sipasiya Serokê Amerîkayê Joe Biden kir. Biden doh 24ê Nîsanê Komkujiya Ermeniyan wek jenosaîd nasand.

Kim Kardashian li ser hesabê xwe yê Instagram û Twitterê peyameke sipaskirinê bo Serokê Amerîkayê Joe Biden belav kir. Kardashian di peyama xwe de dibêje: “Bo civaka Ermeniyan rêwîtiyeke dûr û dirêj bû û her sal min hestpê dikir ku nêzîkî naskirina Komkujiya Ermeniyan dibim. Di dawî de ew roj hat. Di demên din de ku kesî cesaret nedikir biaxife, ji ber vê wêrekiya we ya axafatina derbarê vê mijarê de sipasiya we dikim.”

Kardashian di peyama xwe ya ser Instagramê de dibêje: “Piştî xebata zêdeyî 100 sal bo rastiyekê Ermeniyan bi ragihandina Komkujiya 1915an wek jenosaîd ji aliyê Biden ve ew nasandin wergirtin ku çaverê bûn û dua dikirin. Bo civaka Ermeniyan rêyeke dûr û dirêj bû; her sal em hinekî din nêzîkî naskirina komkujiyê bûn. Di dawî de ew roj hat.”

Kardashian diyar kiriye ku “Şanaziyê bi eslê xwe û civakên Ermenî dike” û dibêje: “Ez minetdarê Biden im ku ev roj û ev rastî bexşî her Ermeniyekî. Herçiqas tiştek nikare Eremniyên hatine kuştin paşde vegerîne jî lê hêvîdar im malbatên wan hinekî kêfxweş dibin. Her sal îro ez dê yên ku me ji dest dane bibîr bînim lê êdî bi naskirina komkujiyê ezê bi hêviya em nehêlin zilmên berê hatine kirin dubare bibin bikim.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden doh Komkujiya Ermeniyan a di sala 1915an de wek Jenosaîd nasand û bû sedema karvedanên cuda. Tirkiyê bangî Balyozê Amerîkayê yê Enqerê kir û nerazîbûna xwe derbarê daxuyaniya Biden de anî ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst