Di hilbijartinên Parlamentoya Fînlandê de Kurdek jî berbijêr e

Hewlêr (Rûdaw) - Hefteya bê dê li Fînlandê hilbijartinên parlamentoyê werin kirin. Li aliyekî Hungarya dê dengdanê li ser endamtiya Fînlandê bo NATOyê bike û li aliyê din jî hilbijartinên parlamentoyê birêve diçe û partiyên ku dikevine hilbijartinê jî bi germî propagandaya xwe dikin. Kurdeke ji Başûrê Kurdistanê jî berbijêr e.

Geşaw Bîbanî ya ku yek ji berbijêrên Kurd ên Parlamentoya Fînlandê ye bû mêvana bernameya dîasporayê û diyar kir ku kampanya pir bi coş derbas dibin.

Geşaw Bîbanî destnîşan kir ku armanca wê ya ji berbijêriyê du xal in û got, “Ya yekem, ez dixwazim ji bo baştirkirina pêvajoya perwerdeyê, bi taybetî ji bo Kurdên ku li Fînlandê dijîn, bixebitim. Ya duyemîn jî vejandina koma di Parlementoya Fînlandê de piştgiriya doza Kurd dikir ku niha nemaye.”

Bîbanî anî ziman, “Her çiqas hikûmet di mijara endamtiya NATOyê de pir cidî ye jî, di kampanyaya hilbijartinê de pir kêm behsa mijarê tê kirin.”

Geşaw Bîbanî diyar kir ku ew bi Kurdbûna xwe serbilind e û got, “Eger ez bigihim Parlamentoya Fînlandê, ji bilî avakirina komeke bihêz ji bo piştgiriya doza Kurdî, ez dixwazim di navbera Parlamentoya Fînlandê û Kurdistanê de peywendiyan dayînim.”

Berbijêra Kurd da zanîn ku ew tekane berbijera Kurd e li bajarên başûrê Fînlandê û bang li Kurdên ku li wî welatî dijîn kir ku li wê herêmê dengî bidin wê.