Welatên Ewropa ji rakirina qedexeyê dudil in

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber belavbûna corona guhertî, welatên Ewropa ji rakirina qedexeyê dudil in.

Li Almanya tevî bilindbûna hejmara tûşbûyan, şêwirmenda wî welatî Angela Merkel plana sepandina qedexeyê di rojên cejnê de hilweşand, lê restoran, yane û holên hunerî û werzişî dê girtî bimînin.

Berî niha Merkel û hakimên her 16 wilayetan planek danîbûn ku qedexeya çûnûhatina temam ji 2 heya 6 mehê bê sepandin, tenê di roja 4 meha bê de rê bi vekirina markêtan dihat dayîn, lê xelk nerazîbûn û gilî dikirin, ku eger qedexe heba, dê nikaribin pêdviyên roja cejnê peyda bikin.

Şêwirmenda Almanya ragihand, niyeteke baş li pey plana sepandina qedexeyê hebû, lê nikarîbûn di demeke kurt cîbicî bikin, ew tenê şaşiya wê bû.

Li Belcîka jî niha ew corê corona ku cara yekemîn li Brîtanya hat dîtin, bi awayekî metirsîdar belav bûye bi awayekî tenê di heftiyekê de, hejmara tûşbûyan %40 zêde bûye.

Herwiha hejmara wan kesên ku ji ber rewşa zehmet li nexweşxaneyan hatine razandin, %28 zêde bûye, ji ber vê yekê hikûmetê biryar daye dibistan û dikanên ne pêwîst bêne girtin.

Li Holenda jî di vê heftiyê de hejmara tûşbûyên rojane %16 zêde bûye. Tûşbûn di nava wan kesên ku temenê wan di navbera 13 û 17 salî de ne bi rêjeya %29 û di nava zarokên di bin 12 salî re, bi rêjeya %23 zêde bûye. Li Holenda mirin, razandina li nexweşxaneyan ji ber petayê bi awayekî berçav zêde bûye.