Brîtanya: Prens Charles bi vîrusa Koronayê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Mîrîtiya Wêlzê (Wales), Clarence House piştrast kir, ku encmaa pişkinîna Şahzadeyê Wales, Prens Chales pozîtîv derketiye û  ew bi vîrusa COVID-19 ketiye.

Berdevkekî  Clarence House ragihandiye, hin nîşanên kêm ên nexweşiyê li Prens Charles ê 71 salî tên dîtin, “lê bi giştî rewşa tendirustiya wî baş e.”

Herwiha hatiye gotin, ku şahzade Charles “di çend rojên bihorî de li malê kar kiriye.”

Dukê Cornwalsê jî testa koronayê dabû, lê belê encama testê negatîv derketibû û ew bi vîrusê neketiye.

Clarence House ragihandiye, “Prens Charles û hevjîna wî Camilla niha li Balmoral a Skotlandê xwe îzole kirine û xwe xistine kerentîneyê”.

Li gor daxuyaniyê, Prens Charles û Camilla li gor rênimayiyên pizîşkan û yên hikûmetê, xwe kerentîne kirine.

Koşka Clarence House herwiha diyar kiriye, “nehatiye zanîn ku Prens Charles vîrus ji kê wergirtiye.”