Çînê destpêşxeriyek ji bo rawestandina şer ragihand
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Çînê destpêşxeriyeke 12 xalî ji bo rawestandina şerê li Ukraynayê ragihand û got, divê welatên pêwendîdar şer gurr nekin.
Destpêşxeriya Çînê, pêşî li Ukraynayê, bertekek navneteweyî bi xwe re anî.
Rêvebera Balyozxaneya Ukraynayê ya li Çînê Zhanna Leshchynska got, “Rastiya ku Çînê însiyatîf derxistiye bi serê xwe nîşanek baş e û hewldana bidawîkirina şer jî nîşanek erênî ye.”
Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Çînê Jorge Toledo got, “Bi qasî ku min destpêşxeriya Çînê dîtiye, gotinên dijminane negotiye û ne jî gotiye ku Rûsyayê tevgerên ne yasayî kiriye. Ev ji bo me cihê dilgiraniyê ye.”
Çînê daxwaza ji nû ve destpêkirina danûstandinên rasterast di navbera Rûsya û Ukraynayê de kir û got, ti kes di şer de bi ser nakeve û hişyarî da li ser encamên xeternak ên şer li ser ewlehiya cîhanê.
Ev destpêşxerî li ser bingeha gotareke hefteya borî ya wezîrê derve yê Çînê li Kongirê Ewlekariya Munihê hat, ku tê de amadebûna welatê xwe ji bo hevkarîkirina ji bo pêkanîna aştiyê li Ukraynayê diyar kir. Lê Amerîka û piraniya welatên rojavayî ji Çîn bi guman in û di wê baweriyê de ne ku ew bi dizî bi Rûsyayê re hevkariyê dike û plan dike ku bi hev re eniyekê li dijî Rojava veke.
Wezîrê Karên Derve yê Çînê di hevdîtina bi Pûtîn re ya li Moskowayê de îdiayên rojavayî red kir.
Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi anî ziman, “Hevkariya stratejîk a berfireh a di navbera Çîn û Rûsyayê de wê ti welatekî neke hedef, wê nekeve bin bandora tu welatekî û serî li zextên tu welatekî nede.”
Şerê Ukraynayê ev salek e didome. Rûsya negihîşt armancên ku plan kiribû lê Ukrayna jî kontrola beşên rojhilatê welatê xwe ji dest dide.
Welatiya Kyivî Tetiana Klimkova got, “Îro yekemîn salvegera şer e, ez gelekî xemgîn dibim, dilê min tije hêsir e, lê hêviya min winda nebûye, ez hêvî dikim îsal şer bi dawî bibe.”
Di salvegera şerê Ukraynayê de, Amerîka û hevalbendên wê yên NATOyê soza xwe ya alîkarîkirina Ukraynayê dubare kirin heta ku Rûsya têk biçe.