Jan Philip: Divê destkevtên dîcîtalî careke din bêne dabeşkirin

Davos (Rûdaw) - Birêvebirê firotinê di kompaniya Microsoft de, Jan Philip di kevana Korbenda Aboriya Davosê de ragihand, tişteke giring ku li Davos 2019 tê dîtin, civîna kompaniyên teknolojîk û neteknolojîk bi hev re ye, ku di warên ciyawaz de bi hev re kar dikin.

 

Jan Philip ragihand, giring e ku kompaniyên tekenolocîk û neteknolojîk ku di warên ciyawaz de bi hev re li Davosê civiyane, daku ji giringiya berpirsatiya xwe têbigihin.

 

Jan Philip got, divê destkevtên dîcîtalî careke din li ser xelkê bêne dabeşkirin.

 

Birêvebirê firotinê di kompaniya Microsoft de herwiha eşkere kir, ku berpirsyariya girîng ew e ku divê têgihiştineke wan kompaniyan di derbarê aboriyê de hebe û divê garantiyê bidin, ku ew dê wan destkevtên dîcîtalê bi awayekî yeksan li ser xelkê parve bikin.

 

Jan Philip diyar kir: “Bi baweriya min, giring ev e ku li Davos 2019ê derketiye ku ev jî ev e, ku hemû kompaniyên teknolojîk û neteknolojîk, ku di warên cuda de kar dikin û li vir li hev civiyane, berpirsatiyeke wan a giring heye, heta ji bo îro giringiya wê zêdetir e jî, ku ev jî têgihîştina wan e li ser wê çendê ku çawan rewşa aborî çê bûye, û çawan derfeta cîhana dîcîtalî careke din bi rêyeke piştrastkirî bi ser hejmareke zêde ya xelkê were dabeşkirin.”