Wezareta Karên Navxwe ya Fransayê ji Rûdawê re: Divê xizmên du ciwanên winda biçin balyozxaneyê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Fransayê ji Rûdawê re ragihand ku divê xizmên her du ciwanên winda biçin Balyozxaneya Fransayê ya Îranê bikin.

Du ciwanên ji bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê, 8 roj in li Fransayê winda ne.

Li gorî zanyariyên Rûdawê yên ku ji malbatên her du ciwanan bi dest xistine, keştiya ku 66 kes tê de bûn û dixwest ji Fransayê biçe Brîtanyayê bin av bûye û heya niha ti zaniyariyek li ser çarenivîsa wan nîne.

Li gorî xizmên her du ciwanan, ew di wê keştiya ku 66 kes tê de bûn û 15ê mehê di rêya Brîtanyayê de li nêzîkî Fransayê bin av bû.

“Em dê agahiyan ji wan wergirin”

Ofîsa Şopandina Operasyonan a Wezareta Karên Navxwe ya Fransayê îro ji Rûdawê re ragihand:

“Ji bo wan ciwanan bila xizmên wan biçin Balyozxaneya Fransayê ya Komara Îslamî ya Îranê û em dê ji bo lêkolînê agahiyan ji wan wergirin.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Rêwan Husên ku berpirsyariya lêkolîna li ser çarenivîsa her du ciwanên Kurd girtiye ser xwe ji Rûdawê re ragihand:

“Haya me ji mijarê heye û em bi malbatên wan ciwanan û polîsên Fransayê re hevahengiyê dikin.

Polîs lêkolînê dike û heta niha ti agahî nedane me.”

Ji 15ê Kanûna Pêşînê ve pêwendiya ciwanên Kurd ên bi navên Hîwa Mistefayî yê 27 salî û Nîma Şahsiwarî yê 25 salî ku li Fransayê bûn, bi malbatên wan re nemaye.

Roja înê hêzên nobedarên peravên Fransayê ragihand ku demjimêr 03:00yan keştiyeke koçberan ku ber bi Brîtanyayê ve diçû li peravên bakurê Fransayê bin av bûye û kesekî canê xwe ji dest daye. Paşê hat zanîn ku kesê canê xwe ji dest daye Kurdekî xelkê Hacîawayê yê Herêma Kurdistanê ye û navê wî jî Rawêj Şêx Reûf e.