Trump: Di avakirina Sûriyê de Erebistana Siûdî dê bibe alîkar

Navenda Nûçeyan – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku li şûna welatî wî Erebistana Siûdiyê qebûl kiriye ku ji bo ji nûveavakirina Sûriyê pere bide.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twiterê ragihand ku Erebistana Siûdiyê dê avakirina Sûriyê de bibe alîkar.


Donald Trump diyar kir ku Erebistana Siûdiyê dê li şûna welatî wî bo avakirina Sûriyê pere bide.


Trump wiha got: “Erebistana Siûdiyê qebûl kir ku li şûna Amerîkayê bo avakirina Sûriyê pere qerc bike. We dît? Ma ne baş e, li şûna Amerîkaya ku 5000 hezar mîl dûrî Sûriyê, welateke cîran di avakirina wî welatî de bibe alîkar. Spas Erebistana Siûdiyê.”