Goşt erzan bû, mêşinên xwe dikujin!
Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber ku goşt gelekî erzan bûye hinek ajeldarên Awistralyayî mêşinên xwe dikujin an jî didin xelkê da ku ji mesrefên wan xelas bibin.
Li gorî amarên Komeleya Goşt û Ajeldariyê ya Awistralyayê, ji par vê goşt ji sedî 70 erzan bûye û bihayê kîloya goşt heta bi 1,23 dolaran daketiye.
Tim Jacksonê ku ji rayedarên komeleyeyê ye got:
“Li Awistralyayê çend salên derbasbûyî hewa gelekî baş bû. Vê jî wiha kir ku hejmara mihan bigihe 78,75 milyonan.
Ev, piştî sala 2007an hejmara herî zêde ye li welatê me.”
Baranên bibereket û hewaya xweş bûn sedem ku li Awistralyayê hejmara mêşinan ewqasî zêde bibe.
Hejmara mihan bi taybetî jî li herêmên New South Wales û Victoriayê gelekî zêde bûye.
Barana zêde û şertên hewayê yên minasib bûne hokar ku li van herêman hejmara mêşinan gelekî zêde bibe.
Serokê şirketeke xwedîkirina mêşinan Andrew Spencer destnîşan kir, ajeldar ji ber erzanbûna zêde êdî mêşinên xwe nabin bazaran û wan tenê li mêrgan diçêrînin, herwiha ji bo qelewkirina wan hewl nadin.
Mêşinan naxwazin
Alîkarê Grûpa WAFarmerê Steve McGuire jî got:
“Van rojan kara xwediyên mêşinan gelekî kêm bûye, dibe ku êdî piraniya mihan li bazaran neyên firotin. Ev jî wiha dike ku xwediyên mêşinan li kuştina wan bifikirin.”
Steve McGuire diyar kir ku xwediyên mihan ji kuştina wan zêdetir dixwazin mihên xwe bidin xelkê lê kesên ku wan mêşinan bixwazin jî gelekî kêm in.
Komeleya Goşt û Ajeldariyê ya Awistralyayê pêşbînî dike ku hejmara mêşinan 3 caran ji niha zêdetir bibe.