Çîn bo Tirkiyê: Divê rêz li serweriya Iraqê bê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Encûmena Asayişa Navdewletî, bo cara yekem Çînê behsa  “binpêkariyên Tirkiyê yên li ser ax û esmanê Iraqê” kir û daxwaz kir ku rêz li serweriya Iraqê bê girtin. Li gor raporteke Iraqê, Tirkiyê di heyama 3 mehan de 1950 caran ax û esmanê Iraqê binpê kiriye. Herwiha Rûsyayê jî piştevaniya xwe ji hewlên Hewlêr û Bexdayê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan ragihand.

Encûmena Asayişa Netewên Yekbûyî (NY) civiya û hilbijartinên Iraqê, pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û operasyonên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê jî ji wan mijaran bûn ku gotûbêj li ser hatin kirin.

Amerîkayê pîrozbahî li Iraqê kir

Nûnera NYê ya li Iraqê û Nûnerê Amerîkayê, berevajî civînên din, di vê civîna Encûmena Asayişê de behsa peywendiyên Bexda û Hewlêrê nekirin. Girîngiya vê jî ew e her mijareke ku di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de giftugo li ser bê kirin, ew amajeya dîplomasiyeke bihêz e bo Bexdayê ku li gor civaka navdewletî başiya peywendiyên li gel Hewlêrê, girîng e ji bo seqamgiriya hemû Iraq û herêmê.

Ew a bû sedema têkçûna Heşda Şeibî, Heyder Ebadî û aliyên din ên li pişt bûyerên 16ê Cotmehê, hilbijartin bû ku hemû aliyên navdewletî yek ji `paqijtirîn hilbijartinên di dîroka Iraqê de` binav dikin. Ev encama raporta Nûnera Sekreterê Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) ye bo Encûmen Asayişê ku roja Sêşemê Amerîka yekem welat bû bi wê boneyê pîrozbahî li Iraqê bike.

`Hilbijartin serkeftineke taybet bû`

Balyoza Amerîkayê ya li Encûmena Asayişa NYê Lînda Tomas Grînfîlld dibêje, “Hilbijartin serkeftineke taybet bû. Ev derfeteke rasteqîn bû ji bo xelkê Iraqê bo ku serkirdeyên xwe hilbijêrin û Iraqiyan ew encam da. Em pîrozbahiyê li hemû Iraqiyan dikin bi boneya vê hilbijartinê.”

Ne tenê Amerîka, Çîn, Rûsya û hemû welatên din ên endam di Encûmena Asayişê de, piştgirî li vê helwesta NYê kir li dijî bikaranîna hêzê bo guhertina encama hilbijartinê û pêşeroja siyasî ya Iraqê.

Berdevkê NYê Stêfan Dujarîk ragihand, her kesekî ku boçûneke ciyawaz heye an jî pirsgirêk heye li gel encam û şêwazê birêvebirina hilbijartinan, pêwîst e bi rêya saziyên yasayî û destûrî serederiyê li gel bike. Li ti cihan serederiya li gel nakokiyên siyasî bi rêya tundûtûjiyê, di berjewendiya ti welatekê de nîne.

Lê civîna roja Sêşemê, ne tenê derbarê hilbijartinan de bû û Encûmena Asayişa Navdewletî sê mehan carekê giftugo li ser wê mijarê dike ku nûnera NYê û welatên endam, ji bo seqamgiriya Iraqê girîng dibînin.

`Em pêşwazî li hewlên Bexda û Hewlêrê dikin`

Berevajî Amerîka, Brîtanya, Fransa û Nûnera NYê, di gotara nûnerê Rûsyayê de mijara peywendiyên Bexda û Hewlêrê hebû û nûnerê Rûsyayê wek xaleke girîng a ji bo parastina seqamgiriya Iraqê behsa vê mijarê kir.

Cîgirê Nûnerê Rûsyayê yê li NYê Dîmîtrî Polyansikî ragihand, “Em pêşwazî li hewlên desthilatdarên Bexdayê û yên herêma Kurdî dikin bo çareserkirina nakokiyan. Em di wê baweriyê de ne ku baştirkirina peywendiyên Bexda û Hewlêrê alîkariya bihêzkirina asayişê dike û ji bo pirsgirêkan dibe çareserî. Sûda vê dê hebe ji bo Kurd û hemû xelkê Iraqê.”

Çînê derbarê Iraqê de rexne li Tirkiyê girt

Li aliyê din ji bo cara yekem Çînê derbarê Iraqê de rexne li Tirkiyê girt û li ser giliyeke Iraqê ya li dijî `çalakiyên serbazî` yên Tirkiyê, Çînê daxwaza rêzgirtina li serweriya Iraqê kir.

Cîgirê Nûnerê Çînê yê li NYê Shuang jing got, “Roja 4ê Cotmehê, Iraqê li NYê nameyek ji bo Serokê Encûmena Asayişê şand ku lîsteyeke binpêkariyên Tirkiyê yên li ser xak û esmanê Iraqê ji Hezîranê ta Îlonê, tê de bû. Nameyê kuştina welatiyan a ji ber êrişên esmanî û bombebaranan belge kiribû. Çîn hêvîdar e ku hemû alî rêz li yekparçeyî û serweriya Iraqê bigirin.”

Li gor nameya Iraqê ya ji bo Serokatiya Encûmena Asayişa Navdewletî, Tirkiyê di heyama kêmtir ji 3 mehan de, 1950 caran esman û xaka Iraqê binpê kiriye.