Îspanya bi merc amade ye piştgiriya Brexitê bike

Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Îspanyayê dibêje, divê derbarê Cebel Tariq de jihevfamkirinek di navbera Madrid û Londonê de hebe daku Îspanya jî piştgiriya hemû bendên rêkeftina Brexitê bike.

 

Li Havanaya paytexta Kubayê Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ragihand ku ew garantiyên heta niha derbarê Cebel Tariq de hene têr nakin, lewra mafê Îspanyayê yê bikaranîna vetoyê li ser rêkeftina Brexitê heye.

 

Hikûmeta Îspanyayê dixwaze çarenivîsa Cebel Tariq bi awayekî hevbeş di navbera Madrîd û Londonê de were yekalîkirin, lê hikûmeta Londonê vê daxwazê red dike.

 

Tişta ku bi derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê ve girêdayî ye, mafê Îspanyayê yê vetoyê di wî warî de nîne û nikare bibe rêgir, lê dikare bandorek li rêkeftina bazirganî ya siberojê ya navbera Ewropa û Brîtanyayê bike.