Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re: ‘Em ji ber êrişên grûpên çekdar bifikar in’

Washington (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, da zanîn ku ew ji ber ewlehiya hêzên xwe yên li herêmê nîgeran in.

Demên dawiyê gelek caran li Îraq û Sûriyeyê bi dron û mûşekan êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê tê kirin.

Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde helwesta Amerîkayê ya li beramberî vê mijarê Matthew Miller pirsî.

“Em nîgeran in”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller nîgeraniya welatê xwe wiha anî ziman:

“Em ji ber ewlehiya welatiyên xwe yên li navçeyê û herwiha ji ber berjewendiyên xwe nîgeran in. Ji ber vê yekê jî me asta hişyariyan zêde kiriye.

Em ji ber êrişên grûpên çekdar bifikar in. Ji bo ku em karibin bersiveke di cihê wê de bidin van êrişan, em gavan diavêjin.”

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê yê ku 7ê Çiriya Pêşînê dest pê kir gelek caran êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê tê kirin.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê û hezar leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî hene.