Karsazê Kurd di lîsteya mîlyarderên Forbesê de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Forbes a Amerîkî, lîsteya karsazên ku herî zêde qezenç dikin belav kir û di lîsteyê de ku navê 2 hezar û 755 milyarderan heye, karsazê Kurd Hamdî Ulukaya jî di nav wan de cih girtiye.

Kovara Forbesê ku navenda wê li Amerîkayê ye, lîsteya xwe ya dewlemendtirîn kesên di sala 2022an de eşkere kir. Hat diyarkirin ku 2 hezar û 755 milyarder ketin rêzê, ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî 10 nav di lîsteyê de cih digirin.

Damezrênerê Teslayê Elon Musk bi saman ango samana 219 milyar dolarî di rêza yekem a cîhanê de cih girt.

CEOyê Amazonê Jeff Bezos ku par di rêza yekem de bû, îsal bi samana 171 milyar dolarî ket rêza duyemîn.

Herwiha karsaz Bernard Arnault bi samana 158 milyar dolarî di lîsteya karsazên herî dewlemend ên cîhanê de cih girt.

Dewlemendiya milyarderên di lîsteyê de di salekê de ji sedî 60 zêde bûye û ji 8 trîlyon dolarî bûye 13.1 trîlyon dolar.

Li gorî kovara Forbesê hejmara milyarderên dolar li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji 27an daket 24an.

Murat Ulker ê ji Tirkiyê bi serweta 4,7 milyar dolarî di rêza 601emîn da, Ferît Şahenk bi 2,4 milyar dolarî di rêza 1232an de û karsazê kurd Hamdî Ulukaya yê 49 salî jî di rêza 1292yan de cih girt.

Li gorî agahiyên ku di lîsteya Forbesê de hatiye weşandin de samanê Ulukaya 2,4 milyar e.

Hamdî Ulukaya kî ye?

Hamdi Ulukaya damezrîner û CEOyê Chobani Yoghurt e, ku yek ji "10 Kompaniyên Herî Nûjenîxwaz" ên herî zêde di van 10 salên dawî de li Amerîkayê mezin bûye

Ulukaya li navçeya Îliç a Erzinganê sala 1972yan hate dinê.

Ulukaya piştî ku li Zanîngeha Enqerê ji beşa siyasetê derçû  sala 1994ê ji bo xwandina zimanê îngilîzî çû Amrîkayê. Li ser şîreta bavê xwe, wî li sala 2002ê karxaneyeka biçûk a penîrê spî damezirand. Lê serkevtina wî ya mezin wê demê ku wî li sala 2005ê karxaneyeka li ber girtinê li New Yorkê kirrî. Bêyî ku xwedî ezmûn be, wî împeratorîyeke mastî ava kir ku li çend wîlayetên Amerîkayê şaxên Chobani Yoghurt hene.

Ulukaya bi îmzeya ""The Giving Pledge” (Soza Dayînê), beşeke mezin ji serweta xwe ji bo çareseriya krîza penaberan a cîhanê terxan kir û " Tent Foundation" (Weqfa Çadirê) damezrand da ku ji koçberên li çaraliyê cîhanê re çareseriyên baştir peyda bike.

Herwiha Ulukaya di sala 2017an de ji ber şêwaza xwe ya cuda ya serokatiyê ya li cîhana karsaziyê û xebatên xwe yên li ser krîza penaberan di lîsteya "TIME 100" de cih girtiye.

Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya niha li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê dijî.