Rafael Grossi: Em li ser bernameya wê ya atomî bi Îranê re diaxivin

New York (Rûdaw) – Serokê IAEAyê Rafael Grossi ragihand ku ew li ser bernameya wê ya atomî bi Îranê re diaxivin.

Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) Rafael Grossi li New Yorkê ji pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.

Rafael Grossi da zanîn ku ew çavdêriyên xwe yên li Îranê didomînin û ji bo pirsgirêka Îranê ya atomî were çareserkirin pêdivî bi “çarçoveyeke qewîn” heye û got:

“Dive ku hûn vê peymanê wekî ya berê bi nav bikin, dibe ku hûn navekî din jî lê bikin lê bi ya min ji bo ku hemû tişt bikeve raya xwe pêdîvî bi çarçoveyeke qewîn heye.”

Îranê sala 2015an di çarçoveya Plana Çalakiyan a Vegiriya Hevpar (JCPOA) de qebûl kiribû ku bernameyên xwe yên atomî sînordar bike da ku sizayên li serê werin sistkirin.

Piştî ku Amerîka dema serokatiya Donald Trump ji peymanê vekişiya Îranê jî hewlên xwe yên bo zêdekirina anerjiya nukleer zêde kirin.

Lê Îran red dike ku ew dixwaze bombeyên atomî çêbike û dibêje ku bombeyên atomî li doktrînên wan nayên.

"IAEA hevî dike ku ti rola Îranê di çekên nukleer de nebe"

Rafael Grossi amaje pê kir, “IAEA hevî dike ku ti rola Îranê di çekên nukleer de nebe” û ew dixebitin ji bo piştrast bin ku bernameyên Îranê yên atomî aştiyane ne.

Rafael Grossi da zanîn ku şandeyên wan li Îranê ne û li ser bernameyên atomî yên Îranê lêkolînan dikin.

Grossi herî dawiyê destnîşan kir ku ew dê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re jî bicive û got, "Ez dê piştî civînê karibim agahiyên zêdetir bidin."