Amerîkayê ji bo Ukraynayê pakêteke nû ya alîkariya eskerî ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Ameîrkayê ragihand ku ew dê careke din alîkariya leşkerî bidin Ukraynayê.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê de hat diyarkirin ku dê alîkarî ji envantera Wezareta Parastinê were dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku muhimatên wekî HIMARS, guleyên topan, muşekên dijetank ên Javelin û AT-4, muşekên TOW, her wiha ekîpmanên wekî alavên tenduristiyê û xizmetên perwerdeyê û ambulans, dê ji Ukraynayê re bên şandin.

Di daxuyaniyê da 33yemîn salvegera serxwebûna Ukraynayê hat pîrozkirin û tekezî li wê yekê hat kirin ku ev alîkarî dilsoziya Amerîkayê ya ji bo "parastina Ukraynayê ya li dijî Rûsyayê" nîşan dide.