Pentagon: Austin û Akar mijarên Sûriye û Ukraynayê gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) li ser pêwendiya telefonî ya duh di navbera Wezîrê Berevaniyê ya Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Berevaniyê ya Tirkiyê Hulusî Akar de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wezîran hevkariya dualî û mijarên Sûriye û Ukraynayê gotûbêj kirine.
Pentagonê di daxuyaniya xwe de got, “Wan girîngiya kêmkirina ziyanan ji bo sivîlan li Sûriyê, misogerkirina têkçûna DAIŞê û nîgeraniyên li ser metirsiyên muhtemel li ser santrala nukleerî ya Zaporizhzhia ji encama reftarên bêberpirsiyar ên Rûsyayê li Ukraynayê gotûbêj kirin.”
Hat destnîşankirin ku Lloyd Austin ji bo alîkariya Tirkiyê ya ji bo ji nû ve destpêkirina sewqiyata genimê Ukraynayê spasiya Hulusî Akar kir.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê duh di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kiribû ku her du wezîran li ser mijarên NATO, mijarên dualî û herêmî axivîne.
Di parvekirina li ser hesabê Twîtterê yê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ya li ser peywendiya telefonî hat destnîşankirin ku wezîran, “li ser geşedanên li Ukraynayê, têkoşîna li dijî terorê, mijarên parastin û ewlehiyê, bi taybetî dabînkirina F16an agahî û nêrînên xwe parve kirin.”