Serokê Wagnerê bersiva Putin da: Em xwe radest nakin

Hewlêr (Rûdaw) - Damezrînerê Wagnerê Yevgeny Prigojin ku li dijî desthilatdariya Rûsyayê serhildan da destpêkirin got “Em welatparêz in. Me şer kir û em şer dikin.Tu şervanekî Wagnerê xwe sûcdar nabîne û li ser daxwaza serokê dewletê an jî FSBê xwe radest nake.”

Serokê grûpa Wagnerê Yavgeny Prigojin li ser Telegramê got ku Putin di derbarê xiyanetê de bi tevahî xelet bû.

Prigojin, ku îdîa kir ku endamên Wagner welatparêz in û her dem ji bo welatê xwe şer dikin û dibêje “Wî xeletî kir ku min xayîn îlan kir. Tu şervanekî Wagnerê xwe sûcdar nabîne û li ser daxwaza serokê dewletê an jî FSBê xwe radest nake. Ji ber ku em naxwazin Rûsya di nav gendelî, derew û burokrasiyê de be.”

Prigojin got ku Putin xeletî kiriye û wiha axivî “Serok Dewletê Putin di derbarê xiyanetê de bi tevahî xeletî kiriye. Em welatparêz in. Me şer kir û em şer dikin.”

Prigojin didaxuyaniya xwe de wiha got:

“Dema ku me li Afrîkayê şer kir, ji me re gotin 'Afrîka pêwîst e' û piştre dev ji Afrîkayê berdan. Ji ber ku wan hemû pereyên ku ji bo alêkariyê hatibûn dizîn. Gotin 'Em bi Ukraynayê re şer dikin', em çûn û me şer kirin. Piştre derket holê ku hemû cebilxane, amûr û pereyên ku ji bo şervanan bên dayîn, têne dizîn. Dema ku îro yek ber bi Moskovê ve çû karbidest wan (pere) ji bo xwe diveşêrin. Bi balafir û helîkopteran êrîşî konvoya li ser rêya ku sivîl jî lê digerin, dikin. îsabet nakin û li sivîlan dixin. Bê serûber lê dixin. Em welatparêz in. Yên ku li dijî me derdikevin jî ew in ku li dora rezîlan kom dibin.”

Pûtîn di axaftina xwe ya ji gel re serhildana Wagner wekî "xiyanetê" bi nav kiribû.