Bernameya atomî: Pêngava dawî ya ligel Îranê dest pê kir

Dusseldorf (Rûdaw) - Danûstandinên li ser bernameya atomî ya Îranê di navbera Koma G5+1 û Îranê de, ber bi dawiyê ve diçin. Li gor nexşerêya danûstandinan, divê herdu alî li ser hemû xalên nakok heta 30ê Hezîranê bigihijin lihevhatinê, da ku danûstandin bi peymenekê bigihijin encamê.

Ev 12 sal in ku welatên rojavayî bi bernameya atomî ya Îranê hesiyane û ji wê demê ve welatên rojavayî bi zextên siyasî û dorpêçên aborî hewl didin ku Îranê di pêşvexistina bernameya wê ya atomî de asteng bikin. 

Bi peymaneke di navbera Îranê û Koma G5+1 de ev girêk dikare bê vekirin. Koma navborî, ku ji welatên xwedî veto di Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de pêk tê, ango DYA, Brîtanya, Frensa, Rûsya, Çîn û herwiha Almanya, ev nêzîkî du salan e ku danûstandinan ligel Îranê dike.

Di encama wan danûstandinan de, di 2ê Nîsana îsal de Îran û Koma G5+1 gihiştin pêşlihevhatinekê li ser bernameya atomî ya Îranê. Li gor wê pêşlihevhatinê, Îran wê bernameya xwe ya atomî di 10 heta 15 salên pêş de berbiçav kêmtir bike, herwiha çavdêriya pisporên navnetewî ya hemû navendên xwe yên atomî qebûl bike. Li hemberî wê jî wê dorpêça aborî li ser Îranê bê rakirin û destûr bê dayin ku Îran teknolojiya atomî ji bo armancên medenî bikarbîne.

Wezîrê derve yê Îranê, Mihemed Jewad Zarîf, ku ji bo danûstandinên dawî roja duşemê gihişt Luksembûrgê û ligel hevpîşeyên xwe yên ji Brîtanya, Frensa û Almanyayê civiya, diyar kir ku danûstandin dikarin heta 30ê vê mehê - an jî demeke kin piştî wê - bigihijin encamê.

Piştî civîna ligel wezîrê derve yê Îranê, her yekî ji wezîrên derve yên Brîtanya, Almanya û Frensayê diyar kirin ku ji bo lihevhatineke dawî, şert e ku Îran destûrê bide ku tîmên çavdêriyê li her cihekî Îranê lêkolînan li ser bernameya atomî ya Îranê bikin û eger Îran li gor lihevhatinê nemeşê, divê ew îmkan hebe ku dîsa cezayên aborî li Îranê bên birrîn. 

Wezîrê Derve yê Almanyayê, Frank-Walter Steinmeier ragihand: "Min hêviya xwe parve kir ku aliyê îranî di stratejiya xwe ya danûstandinê de bi hûrî girêdayî noqteyên lihevhatina Lusanne be û ne tiştekî lê zêde bike û tiştê ku li wir li ser li hev hatiye kirin jî, neyê paşguh xistin."

Îran dixwaze ku dorpêça aborî bi carekê û bi temamî bê rakirin, welatên rojavayî jî dixwazin ku dorpêç gav bi gav bê rakirin û bi gavavêtinên Îranê ve bên girêdan, 

Li gor cîgirê wezîrê derve yê Îranê, Abbas Aratşî, danûstandinên herî dawî wê dawiya vê hefteyê li Viyaneyê birêvebiçin û îhtimal heye ku wezîrên derve yên Amerîka û Îranê jî dawiya vê hefteyê li Viyenayê hevdu bibînin.