Pentagon: Grûpên ser bi Îranê ji êrişa Bexdayê berpirs in

24-05-2019
RÛDAW
Nîşan Waşinton Îran Bexda Berpirsyar Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Waşintonê berpirsyariya êrişkirina ser keştiyên petrolê yên li Kendavê û êrişên mûşekî yên ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê xiste stûyê Îranê û grûpên nêzîkî wê.

 

Rayedarekî payebilind ê Pentagonê Michael Gilday ragihand ku Îran û grûpên nêzîkî wê ji êrişên ser keştiyên petrolê yên li Bendera Fuceyre ya li nêzîkî Îmaratê ya li Kendavê, herwiha ji êrişa mûşekî ya ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê berpirs in.

 

Michael Gilday diyar kir: “Amerîka bi radeyeke bilind di wê baweriyê de ye ku Supaya Pasdaran a Îranê ji êrişa ser çar keştiyên petrolê yên li Kendavê berpirs e, herwiha grûpên nêzîkî Îranê yên li Iraqê mûşek avêtine Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê.”

 

Roja 12ê Gulana 2019an li Kendavê êrişeke çekdarî li dijî çar keştiyên petrolê hat kirin, du keştiyên Erebistana Siûdî û keştiyeke Îmaratê û keştiyeke Norwecê, lê ti aliyekî berpirsyariya êrişê li xwe negirt.

 

Roja 19ê Gulana 2019an jî li Bexdayê mûşekek li nêzîkî Balyozxaneya Amerîkayê kete xwarê, lê ti kes nebû qurbanî.

 

Rayedarê Pentagonê amaje bi wê yekê jî kiriye ku biryara şandina hezar û 500 leşkerên din ên Amerîkî bo Rojhilata Navîn, dê wisa bike ku baştir çavdêriya Îran û grûpên nêzîkî wê were kirin.

 

Michael Gilday ji bo girêdana Îranê bi wan êrişan ve belge nîşan daye, lê ragihandiye ku ew biryara wan bi zanyariyên îsxtixbaratî ve girêdayî ye ku li herêmê hatine komkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst