Zaxarova: Çekdarên Tehrîr el Şamê li Hemayê êrîşî gundekî Krîstiyanan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku çekdarên Heyet Tehrîr el Şam ango Cebhet el Nusre ya berê, li navçeyeke parêzgeha Hemayê êrîşî ser gundekî Kirîstiyanan kirine û 4 jin û zarok kuştine.

 

Mariya Zaxarova roja pênşemiyê di konferanseke rojnamevanî de li Moskowê diyar kir, grûpên cîhadî bi awayekê berdewam, navenda leşkerî ya Himêmîm topbaran dikin, û bi riya balafirên bê firokevan bi awayekê berdewam gefê li ser hêzên artêşa Rûsyayê çêdikin.

 

Zaxarova got: “Grûpa terorîst, Heyet Tehrîr el Şam li Idlibê bi karên şerxwaziyê radibe, êrîşî ser xelkê sivîl dike, herwisa li dijî artêşa hikûmeta Sûriyê jî şer dike, ew gefê li xelkê dikin û welatiyên sivîl dikujin, ku jin û zarok jî di nav de ne.

 

Di êrîşeke terorîstî de li bajarê Siqêlbiyê li bakurê rojavayê Hemayê, ku niştecihên wê kirîstiyan in, 4 jin û zarok hatin kuştin û 10 zarokên din jî birîndar bûn.

 

Grûpên cîhadî bi awayekê berdewam, navenda Himêmîm ya leşkerî topbaran dikin, bi rêya balafirên bê firokevan jî, herdemê gefê li ser hêzên artêşa Rûsyayê li wir çêdikin.”