Şandeke HDPê bi rêxistina CPT re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkên Desteya Peywendiyên Derve yên Partiya Demokratîka Gelan HDPê, Feleknas Uca û Hişyar Ozsoyî, bi berpirsên Komîteya Rêgirtina Îşkencê ya Ewropayê re hevdîtinek kirin, û tê de behsa şert û mercên girtîgeha Îmraliyê kirin.

Berdevkên Desteya Peywendiyên Derve yên Partiya Demokratîka Gelan, di çarçoveya bernameya partiya xwe de, li bajarê Stras-bourga Fransa, bi Komîteya Rêgirtina Îşkencê ya Ewropayê re hevdîtin pêk anîne.

Hate diyar kirin, ku di hevdîtinê de, di derbarê tecrîta li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan, astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re, girevên birçîbûnê û binpêkirinên mafên li girtîgehên Tirkiyê, pêşniyar û daxwazên ku hene, behs kirine.

Demeke dirêje hevdîtinên Serokê PKKê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata wî re bi sedemên cuda têne astengkirin. Ji bo protestokirina wê rewşê li hejmareke zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê grevên bircîbûnê têne girtin.