Putîn li Kremlînê pêşwazî li Marine Le Pen kir

Navenda Nûçeyan – Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn li Kokşka Kremlînê pêşwazî bi namzeda serokatiya Fransayê Marine Le Pen re hevdîtinek pêk anî.

 

Îro înê li koşka Kremlînê li Moskow a paytexta Rûsyayê, Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn pêşwazî li berbijêra Serokomariya Fransa ya partiya "Bereya Neteweyî" Marine Le Pen kir.

 

Di hevdîtinê de, Vladîmîr Putîn got: “Rûsya weke welatên din gelek caran rûbrûyê êrîşên terorîstî bûye.Tenê îro li bakurê Qefqasyayê, li herêma Çeçenistanê terorîstan êrîş birine ser nobedarên niştîmanî û di encama êrîşa terorîstan de 6 nobedaran jiyana xwe ji dest dane û 3 kesên din jî birîndar bûne.”

 

Vladimîr Putîn got: “Îro em hemû di van şert û mercên dijwar de dijîn . Lê di dawiyê de ,divê em rastiya wê xeteriyê fam bikin û yek di tekoşîna li dijî terorê de hewlên xwe bikin.”

 

Putîn di vê hevdîtinê de herwiha tekez kiriye, ku Rûsyayê niyeteke wisa nîne ku destwerdanê di hilbijartinên serokatiya Fransayê de bike.

 

Televziyona dewletî ya Rûsyayê jî dîmenên hevdîtina Putîn û Marine Le Pen weşand û ragihand, ku Putîn ji Marine Le Pen re gotiye ku Rûsya mafê hevdîtinê bi hemû aliyan re ji xwe re diparêze.

 

Putîn herwiha daye xuyakirin, ku hevrêyên me yên li Amerîka û Ewropayê jî hevdîtinên wisa pêk tînin, weke amajeyekê bi hevdtîtinên berpirsên amerîkî û welatên ewropî yên bi nûnerên aliyên dijbere û rexnegirên siyaseta Rûsyayê.

 

Ew hevdîtin di demekê de pê tê, ku hêj li Amerîkayê gengeşeya destwerdana Rûsyayê di hilbijartinên serokatiya wî welatî de berdewam e û Polîsê federal ên Amerîkayê (FBI) derbarê hebûna têkilî di navbera kampanyaya hilbijartinan a Trump û berpirsên rûsî de dest bi lêkolînan kiriye.