Almanya - Friedrich Merz piştî serkeftinê ji Rûdawê re axivî

Almanya (Rûdaw) - Friedrich Merzê Serokê Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) ku bi rêjeya ji sedî 29ê dengan di hilbijartinên parlamentoyê de bû yekem, ji Rûdawê re axivî.
Li ser peyama wî ya ji bo Kurdan dema ku Rûdawê jê pirsî "Bi hezaran dengderên Kurd deng da partiya we, hûn çi ji wan re dibêjin?" Merz got "Ez gelekî kêfxweş im bi dengderên zêde yên li Almanyayê, ji bo wan hemû kesên ku piştgirî dan CDUyê."
Li Parlamentoya Federal a Almanyayê 630 kursî hene. Li gorî encamên destpêkê; Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) û Yekîtiya Xiristiyan a Sosyal (CSU) ku hevpeyman (rastgir in) di hilbijartinan de bi bidestxistina 211 kursiyan bûn yekem.
Bi vî awayî, Merz li pêş hemû namzedê serokwezîriya Almanyayê ye.
Merzê 69 salî bi dirûşma "Almanyayeke ku em careke din pê serbilind bin" beşdarî hilbijartinan bû.
Merz biryar daye ku eger bibe serokwezîr, dê sînoran zêdetir kontrol bike, yasayeke nû ya koçberiyê derxe û bacan kêm bike.
Friedrich Merz pirsên Ala Şaliyê bersivandin:
Rûdaw: Birêz Friedrich Merz, ez pîrozbahiyê li we dikim, hûn çi qasî kêfxweş in bi encamê?
Friedrich Merz: Gelekî spas. Belê, bê guman mirov hest dike niha ku kampanyaya hilbijartinan bi dawî bûye. Ez gelekî kêfxweş im û hest bi başiyê dikim, bi taybetî di vê rewşê de ez gelekî hest bi başiyê dikim. Partiya CDUyê di rewşeke baş de ye, îşev em dê ahengê li dar bixin lê sibe em dê dest bi kar bikin.
Rûdaw: Bi hezaran dengderên Kurd deng dan partiya we, hûn çi ji wan re dibêjin?
Friedrich Merz: Spas ji bo te jî. Ez gelekî kêfxweş im bi dengderên zêde yên li Almanyayê, ji bo wan hemû kesên ku piştgirî dan CDUyê, bêwestan alîkariya me kir û ev kampanyaya hilbijartinê pêk anîn. Ev kampanyayeke hilbijartinê ya gelekî mezin û serkeftî bû. Gelekî, gelekî spas.
Rûdaw: Dikarim bibêjim hûn dê bibin serokwezîrê dahatû yê Almanyayê?
Friedrich Merz: Em dê wê di dahatûyê de bibînin, bila em bibînin ka dê çi bibe. Divê niha li ser were gotûbêjkirin.