Yunanistan li herêmên qelebalix ‘Vîzeya Zêrîn’ biha dike

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Yunanistanê ragihand sîstema “Vîzeya Zêrîn” dê li gorî herêman biguhere û li deverên qelebalix 800 hezar euro û li deverên ku qerebalixî lê kêm e jî wekî berê 250 hezar euro werdigirin.

Yunanistan yek ji welatên Yekîtiya Ewropayê ye ku xwediyê pergaleke balkêş e ji bo wergirtina destûra rûniştinê ya bi rêya veberhênanê.

Ji wê vîzeyê re Vîzeya Zêrîn tê gotin ku divê veberhênerek karibe 250 hezar euro bîne Yunanistanê û xaniyekî yan tiştekî din bikire da ku welatîbûna xwe û malbata xwe bistîne.

Serokwezîrê Yunanistanê destnîşan kir ku wergirtina wê vîzeyê êdî herêm bi herêm diguhere.

Li gorî biryara Serokwezîr, “Li bajar û gundên qelebalix ên nêzîkî balafirgeh û cihên giştî, bihayê welatîbûnê dikare bigihêje 800 hezar euroyî.”

Li deverên din ên ku qelebalixî lê kêm e jî “Vîzeya Zêrîn” wekî berê bi 250 hezar euroyî dikare were bidestxistin.

Li gorî Wezareta Koç û Koçberan a Yunanistanê, ji serê sala 2023yan heta niha hezar û 446 serlêdanên “Vîzeya Zêrîn” li wezaretê hatine kirin.

Yunanistanê sala borî Yunanistanê dabû malbat û kesên ku li Yunanistanê milk dikirin an jî di projeyên mezin ên aborî de veberhênê dikin.