RÛDAW TAYBET – Belgefîlma Ukraynayê: Saleke şerê Rûsyayê
Hewlêr (Rûdaw) – Şerê Rûsya yê li dijî Ukraynayê salek li dû xwe hîşt. Şerê ku di 24ê Sibatê de bi fermana Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dest pê kir, kavilên mezin, bi hezaran mirî û krîzeke navneteweyî derxiste holê.
Hêzên Ukraynayê li herêmên ku di destpêka şer de Rûsyayê xistibû bin kontrola xwe, berxwedana xwe didomînin. Nûçegîhana Rûdawê Dilniya Rehman û kameraman Ehmed Omer bûn şahidê rûyê şerê eniya Ukraynayê, rewşa bajaran û jiyana xelkê.
Ev duyemîn belgefîlma ku ji aliyê tîma Rûdawê ve li ser şerê Rûsya û Ukrayna de hatiye amadekirin, bi sernavê “Salek Şer” di beşên Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Erebî hat weşandin.
Belegefîlma ku tîma Rûdawê di germiya şer de amade kirine:
Baxmut li rojhilatê Ukraynayê bi berdewamî di bin bombebarana artêşa Rûsyayê de ye. Heyamekê ev kolan bi çûnûhatina otomobîl û mirovan dagirtî bûn, lê niha mirov kit kit tên dîtin. Tevî bombebaranan, hejmarek ji şêniyên bajêr bendewariya wergirtina pêwîstiyeke pir seretayî dikin ku ew jî nan e.
Şêniyê Baxmutê Maksîm anî ziman, “Li vir, em du nanan didin her kesekî. Beşek ji wan ji gundên derdorê tên. Ev xwarin ji aliyê hikûmet û hin rêxistinan ve hatine peydakirin.”
Ji bo berevaniya Baxmutê, tankên artêşa Ukraynayê heta navenda bajêr bi pêş de hatine. Heta berî destpêkirina şerê 2022yan, hejmara niştecihên Baxmutê 71 hezar kes bû. Lê niha ji 12 hezar kesan kêmtir lê dijîn. Jiyaneke bi tirs û nezelaliyê dagirtî, li radeyekê ku hinek ji wan ji tirsa Rûsyayê newêrin navên xwe yên tam ji me re bibêjin.
Bombebaranên li Baxmutê berdewam in. Ev cara duyem e ku em serdana Baxmutê dikin. Me xwest ku em bi mirovên zêdetir re biaxivin û bibînin çawa ye, lê îro bi berdewamî tê bombebarankirin. Dengê roketên ku ji aliyê Rûsyayê ve bi ser Ukraynayê de tên berdan, her wiha berevaniyên ku hêzên Ukraynayê dikin, tê bihîstin. Ez hewl didim xwe bigihînim wê kesa ku li derve ye û bibînin ew çima li vir e. Bi rastî rewş qet ne ewle ye û her ku diçe rewşa Baxmutê xerabtir dibe.
Pirs: Tu li sitargehekê digerî?
Nişteciha Xersonê: Na na, ez li kesekî digerim ku were û termê jina ku li avahiya me miriye bibe. Ez li kesekî digerim tu kesî nabînim. Her der girtî ye û tu kes alîkariya min nake.
Kontrolkirina Baxmutê armanca mezin a hêzên Rûsyayê ye. Baxmut girêdayî herêma Donetskê li rojhilatê Ukraynayê ye. Ev 7 meh in şerekî giran li bajarên Baxmut û Soledarê berdewam e. Li dawiya meha yekê ya îsal, Rûsyayê Soledar kontrol kir. Bi kontrolkirina Baxmutê jî korîdoreke giring ji bo kontrolkirina axeke zêdetir a herêma Donetskê tê vekirin, ku niha ji sedî 60ê wê di destê hêzên Rûsyayê de ye.
Em ji beşa rojhilat ji herêma Donetskê ber bi herêma Luhanskê ve diçin.
Em vêga li gundekî ne ku 7 kîlometreyan dûrî baregehên hêzên Rûsyayê ye. Ev der bi berdewamî tê bombebarankirin. Berê hejmara şêniyên vî gundî 650 kes bû, lê niha tenê 130 kes li vir dijîn. Yên ku li vir in jî, di bin wê bombebarana giran de dijîn. Dema ku ez ji wan dipirsim, çima hûn ji gund dernakevin? Dibêjin em nizanin herin ku derê. Ji ber ku tevahiya Ukraynayê bi berdewamî bi vî rengî tê bombebarankirin.
Gundê Nevskî girêdayî bajarê Kramatorskê yê herêma Luhanskê ye. Hêzên ewlehiyê yên Ukraynayê bi alîkariya rêxistinan û muxtarê gund xwarinê ji şêniyên gund re peyda dikin.
Julya bi dê û bavê xwe re li vê malê dijî. Elektrîka wan nîne û bi bataryaya otomobîlê elektrîka xwe rêk xistine. Ne gaz û ne jî sîstema wan a germkirinê heye. Dîmen û xuyanga malê, xerabiya rewşa jiyana wan nîşan dide.
Şêniya gundê Nevskî Julya Leoniduvna anî ziman, “Ji me re gotin ji vir herin, lê em ê herin ku derê? Tu xizmekî me li welatên din û tew li Ukraynayê jî nîne. Bê guman ne hêsan e ku em li vir bimînin, lê ji bo kesên ku pereyên wan zêde nînin, pir zehmet e tu li derveyî mala xwe bijî. Em li gel xizmên xwe ku ji gund bar kirine axivîne, ew jî bi zehmetî dijîn û nikarin heta hetayê li wir bimînin.”
Van ajelên cînarên xwe jî li cem xwe hêlane. 16 pisîkên wan hene. Kîvroşk, mirîşk û qazan jî ji bo xwarinê xwedî dikin. Em ji tirsa bombebaranê diçin sitargehê. Hawarbirina ber vê jêrzemînê di sala borî de karê vê malbatê yê berdewam bû. Eger ev der nekeve ber bombebaranê, dibe ku bi berhemên ku par havînê berhev kirine, bikarin vê zivistana dijwar jî derbas bikin.
Şêniya gundê Nevskî Iryna Mykolayvna got, “Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin bi rehetî li ser cihê xwe razin. Jiyaneke me ya asayî hebû. Keça min wek mamosta kar dikir. Hevjînê min kar dikir. Niha em pir bi xerabî dijîn. Keça min karê xwe ji dest da, her wiha hevjînê min. Em vêga wek kesên bê mal û hal dijîn.”
Ludmila dixwaze mala xwe ya wêranbûyî nîşanî min bide, bê çawa tiştekî wê nemaye û li mala cînanên xwe dimîne. Hevjînê wê miriye. Kur, bûk û neviyên wê jî li Polonyayê koçber in.
Şêniya gundê Nevskî Ludmila Nikolaevne got, “Hêzên Rûsya roja 4ê adarê gihiştin vê derê û dest bi bombebarankirina gund kirin. (Na, na, netirse, ne pir nêzîkî me ye, na, dilgiran nebe). 6ê mehê, yekem roket li mala min ket û kûçikê min bi giranî birîndar kirin. Banê mala min bi tevayî hilweşiya û min bi xwe hewl da ku ez malê paqij bikim. Hemû xwarinên min ji nav çûn û ez gelek caran birçî mam. Ez li vir mam çimkî ez nikarim ajelan tenê bihêlim. Gelek kes ji gund çûne û gelek gelek ajel bêkes mane.”
Gelek ajelên ku rojane dibin qurbaniyên bombebaranan jî hene.
Ji sala 2014an ve, dema bûyerên navxwe yên Ukraynayê dest pê kirin, ji %30ê axa herêma Luhanskê ket destê hêzên Rûsyayê, lê di şerê sala 2022yan de, ji %96ê axa wê herêmê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hat kontrolkirin. Niha hêzên Ukraynayê ji bo berevaniya ji %4ê axa xwe û paşvekişandina hêzên Rûsyayê şer dikin.
Çavdêrê Taybet ê Hêza Bilind, Beşa Polîs Vitaly got, “Em gelek tiştên teknîkî dixwazin. Her wiha pêwîstiya me bi sîstemên topên dûravêj heye. Yên me kevn in û yên serdema Sovyetê ne. Em amûrên nû dixwazin. Mûşekên nû, tankên nû, balafirên nû û her tiştê nû. Pir pêwîstiya me pê heye ji bo em dijî Rûsyayê şer bikin û bi ser kevin.”
Em diçin cihê yek ji çeperên leşkerî yên Ukraynayê.
Em 4 kîlometreyan dûrî baregeha hêzên Rûsyayê ne. Tîmeke din a Ukraynayê li baregeheke nêzîktir in û li wir fermanê didin vê tîmê ku êrîş were destpêkirin.
Ji ber nêzîkiya hêzên Rûsya ji navçeyên beşa rojhilatê Ukraynayê bi her cure çekên sivik û giran êrîşên her du aliyan berdewam in.
Fermandarê hêzê Roman anî ziman, “Li vir rewş aloz û cuda ye. Şer li vir ji 2014an ve dest pê kir û di 2022yan de berfirehtir bû. Ez nikarim bibêjim rewş di heyama meha borî de çawa bû, çimkî şer wek berê berdewam e.”
Em ji rojhilat ber bi başûrê Ukraynayê diçin.
Ev rewşa bajarê Xersonê ye. Mîna piraniya bajarên Ukraynayê, berdewamiya şer jiyana xelkê wê têk bir. Mirovên bitemen neçar in li şûna bêhnvedana malnişîniyê çend demjimêran li ser lingên xwe bisekinin da xwarinê werbigirin. Xerson qasî neh mehan di bin kontrola artêşa Rûsyayê de bû û di mijdara 2022yan de ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatin paşvexistin.
Şêniya Xersonê Natalya Milêr got, “Ne pêkan bû em bikarin xwarinê bikirin. Tenê hinek alîkariyên xwebexş hebûn ku hêzên Rûsyayê ew dabeş dikirin, eger me bixwesta werbigirin divabû em paseportên xwe nîşan bidin û wê demê ew pê dihesiyan em li ku dijîn û paşê zext li me dikirin ku em paseportên xwe bi paseporta rûsî biguherin. Lewma em li malên xwe rûdiniştin, me tiştê li ba me hebû dixwar û me kêmtir dixwar. Li derve jî xwarin kêm bû. Em niha jî li vir in da em alîkariyên xwebexş werbigirin çimkî pereyên me hindik in.”
Ji tirsa bombebaranan, ji tevaya 333 hezar şêniyên Xersonê, bi tenê 60 hezar kes mane ku piraniya wan kesên bitemen in. Piraniya dikan û bazarên vî bajarî girtî ne. Bihayê kelûpel û xwarinê di navbera ji%20 û ji50% de zêde bûye. Dahata xelkê kêm e, mûçeyê malnişîniyê û alîkariya saziyên xwebexş xilaskerê wan in.
Ez nêzîkî Çemê Dnipro me ku di nêv bajarê Xersonê re derbas dibe. Li gor zanyariyan, ji cihê ku ez lê me heta baregeha hêzên Rûsyayê dûrahiya kîlometreyekê heye. Nîşanbazên Rûsyayê dikarin bi hêsanî nava bajêr bibînin. Lewra bi tenê ji %10 xelk li qeza û navçeyên nêzî çem mane.
Li dema kontrolkirina Parêzgeha Xêrsonê ji aliyê Rûsyayê ve, kirîn û firotin bi diravê rûsî bû. Nirxê kelûpelan jî li gor berê ji sedî 60 zêde bûye. Li vî bajarokî li nêzî çemê Dnipro marketeke tenê vekirî ye.
Firoşkar Vitaly Gvozdak anî ziman, “Gelek pirsgirêkên me yên darayî hebûn, çimkî em li vir bi Grivnayê kar dikin, lê Rûsyayê ruble anîbû û ev pir giran bû. Rewş niha pir baştir e. Em diçin Xersonê û tên, bajar vekirî ye. Kelûpelên me yên pêwîst hene ku em jiyana xwe bi wan debar bikin û em bi Grivnayê kar dikin.”
Li Xersonê dibistan hatine girtin an hatine valakirin an jî bûne cihê karên xwebexş. Ji ber koç û nevegera xelkê li Xersonê û bajarok û gundên li derdora wê, proseya ji nû ve avakirina wê jî pir bi hêdî pêşve diçe.
Seroka Karbirêker a Şaredariya Xersonê Halyna Lohuva got, “Niha pirsgirêka sereke ew e ku hêza me ya mirovî kêm e. Ji ber koçberiya xelkê, piraniya cihên xizmetguzariyê vala ne û karkirin li wan rawestiyaye. Lewma, divê em vêga mirovan bibînin ku werin û li beşên xizmetguzariyê bixebitin, wek beşa peydakirina ava Xersonê, ronahiya kolanan, sîstema germî, enerjî û xizmetguzariyên ewlekariyê.”
Ji xeynî Kirimê ku ji sala 2014an ve bi dengdana xelkê bû parçeyek ji axa Rûsyayê, di şerê 2022yan de, ji % 30ê başûrê Ukraynayê ket destê artêşa Rûsyayê.
Tevî berdewamiya şer û kontrolkirina axeke zêdetir ji aliyê hêzên Rûsyayê, berpirsên Ukraynî ne amade ne danûstandinan bi Rûsyayê re bikin.
Şêwirmendê Ofîsa Serokê Ukraynayê Myxailo Podolyak got, “Divê leşkerên Rûsya ji axa Ukraynayê derkevin, di nav wan de deverên ku hatine dagirkirin xasma Kirim û Herêma Donbasê. Piştî ku Rûsya derket, em ê li ser maseyê rûnin û dest bi danûstandinan bikin. Wê demê em ê biryar bidin ka dê paşê çi bibe. Dê navçeyên sînor çawa bin? Divê leşkerên Rûsya çiqasî dûr bikevin? Em ê piştre biryarê li ser tawanên şer bidin. Divê Rûsya vê hemû wêranî û mirovan tawîz bike. Lewma nexşerêya pêvajoya danûstandinan bi tevahî zelal e.”
Piştî derbasbûna salekê di ser êrîşa Rûsya li ser axa Ukraynayê re, tu nîşanek li ser arambûna vî şerî nayê dîtin, nexasim li aliyên rojhilat û başûrê Ukraynayê ku ji 2014an ve noqî şer bûn.
Êrîşên mûşekî yên berdewam ên Rûsyayê li ser tevahiya axa Ukraynayê sîstema gaz û elektrîka wî welatî seqet kir û xelk zivistaneke dijwar derbas dikin.
Wêranî, jidestdana hezkiriyan û birçîtî çîroka sala borî ya gelê Ukraynayê bû. Ev rewşa ku bû sedema koçberbûna 8 milyon kesan, piraniya wan ku milyonek û 600 hezar kes in li Polonyayê ne û 2 milyon û 850 hezar kes jî li Rûsyayê ne ku beşek ji wan bi zorê hatine veguhestin.
Lê hîna hêviya jiyanê û serketina hêzên Ukraynayê di dilê xelkê de zindî ye.
Niştecihê Vohledar a Herêma Donetskê Saşa anî ziman, “Ez niha dersên xwe bi mobayla xwe dixwînim û birayê min bi iPad-ê. Em bi başî dixwînin. Lê bi nêrîna min, eger em li dibistanê bûna dê çêtir bûya. Ez hêvîdar im ku leşkerên Ukraynayê di vî şerî de bi ser kevin û Ukrayna dîsa ji nû ve bê avakirin.”
Niştecihê gundê Pokrovske yê Xersonê Vadim got, “Destê min heye, hêviya min heye. Ev der welatê min e û tu cihek nîne em herinê. Em ê her tiştî ji nû ve ava bikin û alîkariyê ji saziyên xwebexş werbigirin.”
Şer û bombebarankirina Ukraynayê berdewam e. Di nava salekê de zêdetirî 40 hezar avahî hilweşiyane. Li gor Neteweyên Yekbûyî 7 hezar û 155 kesên sivîl hatine kuştin