Lûtkeya Erebî-Ewropî li Misirê dest pê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 20 salan ji karkirinê, cara yekem, li ser asteke bilind û bi beşdariya serkirdeyên zêdeyî 40 welatan, Lûtkeya Yekîtiya Ewropa û Komkara Erebî li Şerm El-Şêx a Misrê dest pê kir.
Serkirde û nûnerên 21 welatên Erebî û 28 welatên Ewropî di vê lûtkeya hevbeş de amade bûne.
Lûtkeya hevbeş a Erebî û Ewropî di jêr dirûşma “em ji seqamgiriya xwe hilberînê dikin”, birêve diçe û dema 2 rojan dom dike.
Di lûtkeyê dê kirîzên Sûriye, Lîbya, Yemen, û herwiha babetên bazirganî û veberhênan, koçberî, asayîş, rûbirûbûna komên tundrew û pirsa enerjiyê tên gotûbêjkirin.
Di destpêka lûtkeyê de, Serokê Misirê ragihand, metirsiya terorê li hemû cîhanê belav bûye û tekez kir: “Me li dijî terorê gelek pêwîstî bi yekrêziyê heye û em daxwaza hevkariya Ewropî û Erebî ji bo rêgirtina ji koça neyasayî dikin.”
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Federica Mogherini ku beşdarî lûtkeyê bûye, berî çend rojan gotibû ew wek rêxistina Ewropî û Komkara Erebî li ser zêdeyî ji sedî 90ê pirsgirêkan hevhelwêst in.
Federica Mogherini gotibû: “Me li ser wê rastiyê li hev kir ku bingeheke hevbeş di navbera me de heye. Ez dikarim bêjim ku me li ser ji sedî 90 an 95ê mijaran lihev kiriye. Krîzên navçeyê, Yekîtiya Ewropa û Komkara Erebî li ser piştevaniya proseya siyasî ya Sûriyê hevnerînin."
Bazirganiya navbera Yekîtiya Ewropa û Komkara Erebî di warê enerjiyê de bihêz e, welatên Yekîtiya Ewropayê ji sedî 33ê petrola xwe û ji sedî 19ê gaza xwe ya xwezayî ji welatên Komkara Erebî dikirin.
Herdû alî dixwazin lûtke bibe xaleke giring ji bo baştirkirina peywendiyên navbera herdû aliyan di hemû waran de.
Di lûtkeyê de herwiha dê rola Îranê li navçeyê bê gotûbêjkirin û biryar e lûtkeya navbera Yekîtiya Ewropa û Komkara Erebî du rojan berdewam bike.