Serokê PEGIDAyê li Holandayê Quran dirand

Hewlêr (Rûdaw) – Li Holandayê, Serokê Tevgera Ewropayiyên Welatparêz ên Li Dijî Îslamîbûna Rojava (PEGIDA) li Edwin Wagensveld, li bajarê Laheyê di çalakiya ku bi tena serê xwe de Quran dirand.

Serokê Tevgera PEGIDAyê  Edwin Wagensveld  li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmenên xwe yên dirandina  Quranê li ber avahiya parlementoya Laheyê parve kir.

Wagensveld çalakiya dirandina Quranî bi tena serê xwe, di bin çavdêriya polîsan de bi mercê ku mercê ku Quranê neşewitîne destûr jê re hatiye dayîn û pêk anî.

Lê paşê tê dîtin ku rûpelên Quranê yên hatine dirandin li cihekî din di taweyekê de hatine şewitandin.

Di xwepêşandana li Rotterdamê de hatibû desteserkirin

Di çalakiya PEGIDAyê ya 22yê Cotmeha 2022yan li Rotterdamê de Wagensveld ku plan dikir Quranê bişewitîne, beriya ku wê daxwaza xwe pêk bîne hatibû desteserkirin û çalakî jî bi dawî bibû.

Wagensveld ku di heman rojê de piştî desteserkirinê hatibû berdan, xwest roja din li Lahey jî çalakiyek bi wî rengî pêk bîne, lê polîsan bi hinceta ku Wagensveld li gorî rêgezên xwepêşandanê tevnegere careke din desteser kiribûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Serdozgeriya Hollandayê ve di 17ê Mijdarê de hat dayîn de, hatibû ragihandin ku Wagensveld ji ber heqareta li dijî Hz. Muhammed hatiye desteserkirin, lê bi hinceta heqaret li olê bi xwe kiriye, ne li kesên ola Îslamê kiriye, ti sûc nekiriye dê neyê darizandin.