Amerîka: Me hêza xwe li Sûriyeyê zêde kir
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku nêzîkî 2 hezar leşkerên wan ji bo piştgiriya operasyonên li dijî DAIŞê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.
Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder di daxuyaniyekê de got, “Niha nêzîkî 2 hezar leşkerên me li Sûriyeyê hene."
Patrick S. Ryder diyar kir ku nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî di mîsyonên demdirêj de û hezar û 100 leşker jî din di mîsyonên demkurt de li Sûriyeyê ne.
“Hejmar li gorî pêdiviyên operasyonê diguhere”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku van çend salên dawî li Sûriyeyê di hejmara leşkerên Amerîkayê de guherîn çêbûne û ev hejmar li gorî pêdiviyên operasyonê diguhere.
Pentagonê da zanîn ku ji ber "şopandina rewşa ewlehiyê ya operasyonê û sererastkirina pêgehên stratejîk ên van hêzan" zanyariyên li ser hejmara wan leşkeran nehatine eşkerekirin.
Rêveberiya Amerîkayê destpêka sala 2019an ragihandibû ku li dijî DAIŞê serkeftin bi dest xistiye û hejmara leşkerên xwe ji 2 hezarî daxistiye 900î.
“Leşker li Hisîçayê bi cih bûne”
Hêzên Amerîkî niha li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê, parêzgeha Dêrezorê ya rojhilatê Sûriyeyê û parêzgeha Humsê ya başûrê Sûriyeyê bi cih bûne.
Ryder derbarê leşkerên Amerîkayê yên li Îraqê jî got:
“Herî kêm 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkî li Îraqê di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê û erkên Koalîsyonê de xizmet dikin."
Pentagonê ti hûrgilî li ser hejmara van leşkeran neda lê got ku hinek hêzên din bi awayekî demkî li Îraqê hatine bicihkirin.
Hêzên Amerîkayê demeke dirêj e bi êrişên asmanî û operasyonên bejayî li Îraq û Sûriyeyê şerê DAIŞê dikin.
Amerîkayê hêzên zêdetir ji Îraqê birin Rojavayê Kurdistanê#Rojava pic.twitter.com/DzcZblrF1J
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 23, 2024