Gera 17an a Astana bi tekeziya li ser amadekirina destûra Sûriyê bidawî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Nûr Sultan (Astana) a paytexta Kazaxistanê 17mîn gera danûstandinên Astana yên taybet bi krîza Sûriyê bi dawî bû, bi beşdarbûna welatên garantor wek Rûsya, Îran û Tirkiyê.

Nûnerê hikûmeta Rûsyayê di vê gera danûstandinan de ragihand ku çalakiyên grûpên terorîst li Sûriyê zêde bûne.

Alexander Lavrentiev, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Sûriyê got, “Em dilgiranin derbarê çalakbûna grûpên terorîst û DAIŞê û êrîşên wan ên ser hêzên hikûmeta Sûriyê. Artêşa Sûriyê neçare bersiva wan bide.”

Adara 2020an rêkeftinek di navbera Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de derbarê rawestandina  şer li Idlibê hatibû îmzekirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê dibêje ku Trikiyê pabendî wê rêkeftinê nebûye.

Ayman Susan, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê diyar kir, “Gelek encamên baş ê civîna Astana hebûn, lê encam wê hîn baştir bana, eger hikûmeta Erdogan pabendî rêkeftina xwe ya li gel Rûsyayê bûba, derbarê  rewşa Sûriyê.”

Di cîvênê de gelek mijar hatin gotûbêjkirin; wek gihandina alîkariyên mirovî, berdewamkirina karê Komîteya Destûrê, bihevguhertina zindaniyan û dîlan û eşkerekirina çarenivîsa kesên windayî.

Yekem gera Astana di 2017an de dest pê kiribû, herwiha biryare gera 18mîn di nîvê yekem ê sala bê de bê sazkirin.