Almanya û Spanya dema dabeşkirina vaksîna Covid-19 aşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Almanya û Spanya weke yekem welatên ewropî dema dabeşkirina vaksîna Coronayê aşkere kirin, Almanya meha bê û Spanya jî meha yekem a sala bê vaksîna Coronayê dabeş dikin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Almanyayê, Jens Spahn ragihand, “meha bê emê dest bi dabeşkirina vaksîna Covid-19 bikin, corek geşbînî heye ku vaksîna Coronayê li Ewropayê rizamendiyê wergire, ew jî wiha dike ku em bilez dest bi dabeşkirina wê bikin”.

Jens Spahn herwiha daxwaz ji herêmên federalî yên Almanyayê dike, ku navendên dabeşkirin û ragirtina vaksîna Coronayê heta nîveka meha bê amade bikin.

Bilindkirina asta bandora vaksîna Coronayê ji aliyê kompaniyên Pfizer, BioNTech û Moderna wiha kiriye, ku welatên cîhanê ji bo kirîn û dabeşkirina vaksînê de lezê bikin. Wezîrê Tendirustiyê yê Almanyayê roja 13ê vê mehê, di bersiva peyamnêra Rûdawê ya li Almanyayê Ala Şalî de ragihandibû, di destpêka sala bê de em dê vaksîna Coronayê dabeş bikin.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Almanyayê, heta niha 932,111 kes li wî welatî bi vîrusa Covid-19 ketine û 14,343 kes ji wan heta niha canê xwe ji dest dane.

Serokwezîrê Spanyayê, Pedro Sanchez jî ragihand, “meha Çileya sala bê emê dest bi dabeşkirina vaksîna Coronayê bikin, me bernameyeke berfireh heye ji bo vaksînekirina xelkê û em pêşbînî dikin di şeş mehan de hejmareke zêde ji xelkê bên vaksînekirin”.

Pedro Sanchez herwiha diyar kiriye, “em dê 13 hezar binkeyên vaksînekirinê danin û heta nîveka sala bê em dê hejmareke zêde ji niştecihan vaksîn bikin”.

Herdu kompaniyên Pfizer a Amerîkî û BioNTech a Almanî, herwiha kompaniya Moderna ya Amerîkî jî dibêjin, ku vaksîna wan a Coronayê di tevahiya qonaxên vaksînê de serkeftin bidestxistine û rêjeya serkeftina vaksînên wan zêdeyî %94 ye. Niha ew kompanî li bendê ne, rizamendiya saziya xwarin û dermanê ya Amerîkayê werbigrin, daku dest bi berhemanîna berfireh a vaksînê û dabeşkirina wê bikin.