Li Madrîd a paytexta Spanyayê di festîvalekê de çend şivan hezar û 100 mîh û 200 bizinan di nava bajêr re dibin. Ji sala 1994an vir ve, şivanên vî welatî her sal vî karî ji bo girîngiya dîrokî û berdewamiya ajeldariyê nîşan bidin, dikin.
Di Festîvala Trashumancia ku îsal cara 29emîn car e li Madrîd a paytexta Spanyayê hat lidarxistin de, yek ji kevneşopiyên Serdema Navîn, 1200 mîh û 200 bizin di kuçe û kolanan re hatin derbaskirin.
Festîvala Trashumancia ku tê wateya pezên ku ji ber germa havînê dibirin zozanan, di payîzê de jî vedigerin gundan, îro bi armanca handana ajeldariyê û rûmetkirina şivanan tê berdewamkirin.
Şêniyên Madrîdê û geştyaran, bi çepikên xwe piştgirî dan malbatên şivanan ku bi kincên xwe yên herêmî dans kirin.
Şaredariya Madrîdê ragihand ku mijara sereke ya çalakiyê îsal parastina zozanên berfireh û korîdorên ekolojîk e ku ji cihêrengiya biyolojîkî sûd werdigirin û li dijî guherîna keşûhewayê şer bikin.
Li gorî tomaran, her çend yekem Trashumancia di sala 923an de li Madrîdê dest pê kiribe jî, di sala 1273an de bi damezrandina Civata Rûmetê ya Şivanan re fermî bû û ji sala 1994an vir ve wekî cejnekê li tê pîroz kirin.
Wêne: Şenhan Bolelli - AA