Li Berlînê bi dehan hezar kes beşdarî xwepêşandana bo piştgiriya Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanya, Amerîka, Kanada, Norwêc û Finlanda duh xwepêşandan ji bo piştîvaniya nerazîtiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê birêve çûn. Xwepêşandana herê  mezin jî li paytexta Almanya bajarê Berlînê bû. Di wê xwepêşandanê de, dehan hezar kes ji Kurd û Îranî beşdar bûn.

Bi deh hezaran kesên ji çar aliyên Ewropayê li Berlînê kom bûn û piştgirî dan xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Kurd civaka sereke bûn û bi ala Kurdistanê beşdar bûn. Rêkxerên xwepêşandanê dibêjin 120 hezar kes beşdar bûne, lê polîsê Almanya ragihand, 80 hezar kes beşdarî xwepêşandana duh a li Berlînê bûne.

Rêkxerê xwepêşandanan Berlînê Hamid Îsmaîliyon ji Rûdawê re ragihand ew daxwzê dikin Ewropa çawa riftar li gel rayekdar û bazirganên Rûsya kir, wiha jî riftarê li gel desthilatdarên Îranî bike. Herwiha got ku ew dixwazin Ewropa û welatên din jî balyozên Îranê ji welatên xwe derxin.

Rêkxerê xwepêşandanan Berlînê Hamid Îsmaîliyon got: “"Ev ne tenê ji bo sepandina sizayan e li ser karbidestên Îranî. Em daxwaza derkirina balyozê wan dikin, em daxwaza rawestandina danûstandinan li gel Îranê dikin û em daxwaz dikin ku ew wan çewa reftar bi karbidestên Rûsî re kirin, bi heman awayî bi karbidest û bazirganên Îranî yên li vir li Ewropa û welatên din re reftar bikin."

Rêxistinên civaka sîvîl û parêzvanên mafên mirovan ên navdar ên ji neteweyên cuda jî beşdarî xwepêşandanê bûn. Yek ji beşdariyan Kurdekî Êzidî ya di raya giştî ya Almanyayê de tê naskirin Duyzen Takal bû.

Çalakvana mafê mirovan Duyzen Tekal jî got: “Ez niha ligel te me û em diaxivin û tu guhdariya (Jin, Jiyan, Azadî) dikî. Ev ji Kurdî hatiye û siloganên tevgera me ya azadiyê ne. Pirs girêdayî wê yekê ye ku, mafê mirovan gerdûnî ye Ji bo me hemûyan e. Pirs ew e ku, Îran welatekî pirnetewe ye. Xelkên ji Belocistan, xelkên Rojhilatê Kurdistanê û xelkên Tehranê, hemû bi hev re ne, diçin û dibêjin Jin, Jiyan, Azadî.”

Di nav wê hejmara mezin a xwepêşanderan de dayikek Kurd a ji Mehabadê daxwaza yekitiya Kurdan kir.

Dayika ji Mehabadê got: “Ev roj roja wê ye ku Kurd piştgiriya hev bikin û hemû bi hev re hawar bikin û bibêjin azadî bo Kurdistan. Em hawar dikin êdî bes e bo Kurd kuştin.”