Parlamenterekî îtalî ji ber Rojava diyariya parlamenterên tirk avêt erdê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterekî îtalî li Parlamentoya Ewropayê ji ber êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan da û paketeke çîkolatayê ku parlamenterên tirk weke diyarî biribûn, avêt erdê û got, “Tirkiye sivîlan bombebaran dike.”

Parlamenterê îtalî yê bi navê Angelo Ciocca, li civîna Parlamentoya Ewropayê, li dijî êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan da û got, “Tirkiye bi ser xelkê sivîl ê li bakurê Sûriyê bombeyan dibarîne.”

Wî parlamenterê Îtalî herwiha got, “Em ji kesên destbixwîn û piştevanên terorê diyariyan qebûl nakin” û ew paketa çîkolatayê ku parlamenterên tirk weke diyarî bo biribûn, avêt erdê.

Angelo Ciocca dîmenên ku ew çîkolata avêt erdê li ser hesaba xwe ya Twîtterê belav kirin û li ser wê çîkolataya ku hat avêtin jî wiha hatibû nivîsandin, “Li Ewropayê na bo tirkan.”