Xweavêtina bi paraşût ji esmanan

Almanya (Rûdaw) - Skydive (paraşûtkirin) yek ji lîstikên serkêşiyê ye ku lîstikvan xwe ji bilindiya bêtirî 4 hezar metroyan ji balafirê diavêje xwarê. Ev lîstik cara yekem di sala 1911an de ji aliyê Grant Morton ve hat encamdan.

 

Ev der cihê xweamadekirina paraşûtvanan e. Li vir hemû mijûlî xweamadekirinê ne, daku îro nîşandaneke bedew li esmanê bajarê Marl li Almanyayê bicih bînin.


Berî ku xwe bavêjin xwarê, ji aliyê kesekî pispor ve hatine perwerdekirin. Herwiha berî xweavêtinê bi çend deqeyan dîsa têne rahênankirin.


Ez dixwazim vê lîstikê tecrûbe bikim, ku jê re tê gotin Skydive, gelo eger ez xwe ji bilindiya 4000 metroyan bavêjim xwarê, wê hestên min çawa bin.


Di sala 1912an de efserekî Artêşa Amerîkayê bi navê Albert Bêrî, xwe li ser bajarê Missouri yê Amerîkayê avête xwarê û çend pasevanên taybet jê re hatibûn danîn. Piştre jî, ev weke spor û herwiha di cengan de jî hatiye bikaranîn.


Mirovên ku dixwazin beşdarî vê sporê bibin, divê temenê wan ji 14 salan zêdetir be û giraniya laşê wan 85 kîlogram be. Herwiha nabe bilindiya bejna wan ji metro û nîvekê kêmtir be.


Kesên ku cara wan ya yekem e, xwe bi alîkariya rahênerekî davêjin. Ev 30 sal e ku Dieter rahênerê xweavêtina ji esman e. Heta niha xwe 15 hezar caran ji esmanan avêtiye.

 

Paraşûtvan Dieter Kirch ji Rûdawê re wiha got: “Min pîşeya xweavêtina bi paraşûtê hilbijart, dema min wêneya kesekî dît ku xwe bêyî tirs ji balafirê diavêje û digirnije. Ez şaş û metel bûm. Min got ez dixwazim vê hestê bibînim. Min heta niha xwe 15 hezar caran avêtiye. Ez li esman hest bi xweşiyekê dikim ku naxwazim ji bîr bikim. Ez dixwazim hertim dubare bikim. Niha ez xwe bi wan kesan re davêjim ku dikarin xwe bavêjin. Anku em 10 kes xwe bi hevre diavêjin û em bi hevre li esman dîmenên balkêş çêdikin.”


Dieter û grûpa wî xwe amade dikin û dixwazin li balafirê siwar bin. Mirovê ku îro dibe hevkarê min navê wî Morîts e. Ev çar sal in ew rahênerê Skydivê ye. Ji min re dibêje, ez çawa balansa laşê xwe di valahiya esmên de rabigirim, ez hest bi dilgiraniyeke mezin dikim. Divê ez careke din zarokên xwe bibînim, ez ditirsim ez bikevim û bimirim.


Thomas Vinter jî got: “Ev 50 sal e rêxistina me hatiye damezrandin. Dora 300 endamên me hene. Di heman demê de kesê meraqa wî hebe dikare rahênanê werbigire û bawernameya xweavêtina bi paraşûtê bidest bixe û bibe mamoste. Hunera xweavêtinê 50 heta 60 çirkeyan e, ev jî berî tu paraşûtê vekî, tu di wê demê de hest bi firînê dikî, ev hest jî wiha li te dike tu berdewam bî.”


Her kesekî ku bifire divê cilûberg û kumê taybet yên lîstikê li xwe bike. Tîma me ji 17 kesan pêk hatibû. Em bi balafirê bilind bûn, di nava 20 deqeyan de, em 4200 metroyan bilind bûn.


Dema deriyê balafirê hat vekirin, bi berdewamî guhê min li kutkuta dilê min bû, heta min xwe avêt.


Piştî ku me xwe avêt, 50 çirkeyan li valahiya esman, min wiha bawer dikir ev saetek e ez li esman im. Ez tenê bi wê yekê difkirîm ez ê kengî bikevim erdê û bimirim.


Hino hino em nêzîkî erdê bûn. Gava me paraşûta xwe vekir, min hest bi aramiyê kir.


Morîts jî got: “Gava me xwe avêt, te pir baş balansa laşê xwe ragirt. Em baş firiyan û pir baş veniştin.”

Mirov hertim hewl daye bifire. Ji bo vê jî sînorê şiyanên xwe derbas kiriye. Ez 50 çirkeyan firiyam. Dibe ku dubare bikim.