Hilbijartinên Kurdistanê di medyayên cîhanê de: “Barzanî bi bihêzî vedigere”

Hewlêr (Rûdaw) – Encamên hilbijartinên 30ê Îlonê yên ji bo xûla pêncem a parlamentoya Kurdistanê bûne mijareke sereke ya medyayên cîhanî. Ajansa AFP a Fransî amaje bi encamên dawî yên hilbijartinan kiriye û ragihandiye, “Barzanî li herdu eniyên Kurd û Iraqê bi awayekê serkevtî vedigere.”

 

Ajansa AFP li ser ragihandina encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê raportek bi navnîşana “Barzanî li herdu eniyên Kurd û Iraqê bi awayekê serkevtî vedigere”, belav kiriye û têde amaje bi serkevtina Partiya Demokrata Kurdistanê di herdu hilbijartinên parlamentoya Iraqê di Gulana bihorî û hilbijartinên xûla pêncem a parlamentoya Kurdistanê di meha Îlona bihorî de dike.

 

Heman raporta AFP ji aliyê gelek navend û saziyên medyayî yên navdar ên cîhanê ve hatiye belavkirin. Di beşeke wê raportê de hatiye gotin: "PDKê bi bidestxistina 45 kursiyên parlamentoya Kurdistanê, dikare bêyî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piraniya pêk bîne û herwiha hilbijartinên bihorî yên parlamentoya Iraqê jî PDK kire mezintirîn partî li ser asta Iraqê, ew yek jî pêgeha PDKê jibo bidestxistina postên wezaretê bihêztir dike."

 

Herwiha ajansa nûçeyan a Reutersê jî di raporteke taybet bi ragihandina encamên hilbiajrtinên parlamentoya Kurdistanê de nivîsiye, komîsyona hilbijartinan a Herêma Kurdistanê belav kiriye, ku Partiya Demokrata Kurdistanê di hilbijartinên xûla pêncem a parlamentoya Kurdistanê de bi bidestxistina 45 kursiyan yekem e, ew yek jî dibe sedem ku serokatiya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê werbigre.

 

Raporta Reutersê jî ji aliyê çend saziyên medyayî yên cîhanê hatiye belavkirin û têde hatiye gotin, ew hilbijartin salek piştî referanduma taybet bi serxwebûnê hat û dibû ku hevsengiya hêzê li Herêma Kurdistanê biguhere.

 

Di raporta Reutersê de behsa lawaziya partiyên opozisyonê li Herêma Kurdistanê dike û dibêje: "Encamên hilbijartinan lawaziya partiyên opozisyonê nîşan dide û wê yekê jî derdixe holê ku PDK û YNK dikarin desthilatdariya xwe ya hevbeş bo sê dehsalan dirêj bikin, lê belê rola PDKê di siyaseta Kurdî de bihêz û bibandortir dibe."

 

Ajnasa Asocciated Press (AP) jî di bin navnîşana, ew partiya ku li pişt referandumê bû, di hilbijartinên Herêma Kurdistana Iraqê de serkevt, raportek belav kiriye û têde ragihandiye: "PDK ku piştevanê sereke yê referanduma sala bihorî ya taybet bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê bû, karî 45 kursiyan bi dest bixe."

 

Herwiha Ajansa Anadolu ya Tirkiyê, Tora Medyayî ya France 24 û Press TV a Îranî û çend medyayên din ên cîhanê giirngiyeke taybet dane encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê.