UNICEF: Di şerê Rûsya û Ukraynayê de nêzîkî hezar zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne
Hewlêr (Rûdaw) - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ji ber şerê ku Rûsyayê di 24ê Sibatê de li dijî Ukrayna daye destpêkirin, heta niha nêzîkî hezar zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne.
Dîrektora Giştî yê UNICEFê Catherine Russel diyar kir ev tenê hejmara ku Neteweyên Yekbûyî piştrast kiriye û wiha got, "Em di wê baweriyê de ne ku hejmara rastîn hêj zêdetir e. Piraniya zarokan bi çekên teqemeniyê hatine kuştin."
Russel da zanîn ku li gor rêjeyê ev jî tê wê wateyê ku rojê ji 5 zarokan zêdetir hatine kuştin û yan jî birîndar bûne.
Li gorî UNICEFê ji her 10 dibistanan yek jî ziyan dîtine yan jî xerab bûne.